Diyarname
Ev hefte "Hefteya Girtina Televîzyonê" ye. Pêşniyaza me jî ev e: Televîzyonê xwe bigirin û ji hev re çîrokan bibêjin.
Li dinyayê ev 13 sal in her sal kampanyaya hefteyeke girtina televîzyonê hatiye dest pê kirin. Kampanya bi sernavê "Turn Off TV/Turn On Life/Televîzyonê xwe bigire, jiyanê veke" tê li dar xistin û di vê hefteyê de yên ku beşdarî kampanyayê dibin televîzyonên xwe bikar naynin. Hefteyeke bê televîzyon jiyanê didomînin.
Kampanyaya ku li 65 welatan li dar dikeve li Tirkiyeyê jî Yekîtiya Bikarhênerên Tirkiyeyê li dar dixe, lê li Tirkiyeyê ne ji 13 salan ev, paşê, ji sala 2002'yan ve dest bi piştgirîdayîna kampanyayê kirine.
Li ser kampanyaya li Tirkiyeyê Kordînatora Kampanyayê Hatice Saadet Kalyoncu da zanîn ewê hefteyeke televîzyonên xwe bigirin, bi bernameyên alternatîf vê valahiyê dagirin û got ku jiyaneke bê televîzyon jî mimkûn e.
Em jî pêşniyaz dikin ku vê hefteyê bê televîzyon derbas bikin û di cihê lê temaşekirina televîzyonê de dîwanan saz bikin, ji hev re çîrok û helbestan bixwînin.
Her wiha rêxistina navneteweyî ku kampanyaya "Turn Off TV/Turn On Life" dimeşîne hefteya ku dê televîzyonê bêne girtina ji bo îsal navbera 21-27'ê vê mehê diyar kiriye. Ji bo sala 2009'an dîroka 20-26'ê avrêlê, ji bo 2010'an jî 19-25'ê avrêlê diyar kiriye.


