Wan
Li Wanê afîşa nexweşxaneyeke taybet bi keleha dîrokî ya Wanê ve hatiye daliqandin. Lê li gor biryarên li ser cihên dirokî divê tiştên wisa neyên daliqandin.
Keleha Wanê ya ji aliyê Kraltiya Urartuyê ve hate çêkirin û di bin parastina çandê de ye afîşa reklama nexweşxaneyeke taybet pêve hatiye daliqandin. Li cihên wisa dîrokê li gor biryara parastina cihên dîrokî afîş û tiştên wisa daliqandin qedexe ye.
Li gor nûçeya DÎHA'yê rayedarên Midûriyeta Muzeyê ya Wanê got ku haya wan bi afîşa reklamê heye û rayedarên Midûriyeta Giştî ya Muzeyê û Berhemên Çandî agahdar kirine lê bersiva tu pirsgirêkê tuneye girtine.
Rayedarên Midûriyeta Muzeyê ya Wanê, diyar kirin ku Keleha Wanê di bin kontrola wan de ye û agahiya wan bi afîşa reklamê heye. Rayedaran, anî ziman ku wan têkildarî mijarê rayedarên Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî agahdar kirine û bersivan wan ya "tu pirsgirêk tune ye" dan û ji ber vê yekê jî tu mudaxele li afîşê nekirine.


