MÊRDÎN
TZPKurdî, li Qoserê di çarçoveya kampanya "Em bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dixwazin" hezar û 666 daxwazname kom kirin û dan Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Qoserê.
Bi sedan kesên li ber Şaxa KURDÎ-DER'a Qoserê kom bûn, bi diruşmeyan azadiya zimanê zikmakî xwestin. Gel, daxwaznameyên ku ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî kom kiribûn heta ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê meşiya. Li vir li ser navê komê Seroka Şaxa KURDÎ-DER'ê Hamdiye Turgay, daxuyanî da û diyar kir ku ew li dijî pergalê bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin û wiha berdewam kir: "Her ziman nasnameya wî neteweyî ye. Hemûna ziman hebûna netew e. Nasnameya netew e. Tu kes nikare zimanê me kelebçe bike. Em hebûna zarokên xwe nakin qurbana tu kesî."
Piştî daxuyaniyê, KURDÎ-DER'ê hezar û 666 daxwaznameyên ku kom kiribûn dan Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeya Qoserê.


