Diyarname
Li Batmanê 2'yemîn Rojên Wêjeya Kurdî bi merasimek dest pê kir. Di şevê de mêvanê rûmetê Berken Bereh jî hebû.
Merasima destpêkirina Rojên Wêjeya Kurdî li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn bi beşdariya Hevserakên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmê Berpirs Salim Kaplan, Mebûsa HDP'ê ya Batmanê Feleknas Uca, Hevserokên Batmanê Songul Korkmaz û Mehmet Demir, nivîskarên kurd Berken Bereh, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp, Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna, Merdan Newayî li dar ket.
Pêşî kokteylek hat sazkirin û dûre Şeva Hurmetê ya ji bo Berken Berehî li dar ket. Hevserokê Batmanê Mehmet Demîr li vir axivî û diyar kir ku ew wekî şaredarî ji bo Batmanê çi bikin têrê nakin ku ev gel hê zêdeti tiştan heq dike.
Di şevê de cînevîzyonek li ser Bereh hat nîşandayîn û dûre Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Mueyed Teyîp û Cumhur Olmez li ser Bereh axivîn.
Paşê Selim Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna, Merdan Newayî ji helbestên Berken Bereh hin helbest xwendin.
Mêvanê Rûmetê Berken Bereh jî derket ser dikê, silav li mêvanan kir û axivî. Bereh wisa got: "Hûn zimanê gelekî tune bikin li dû dê tiştek ji wî gelî nemîne. Loma kayûm çawa hatin tabelayên kurdî ji holê rakirin."
Piştî axaftinan Mebûsa HDP'ê Feleknas Ûca li ser navê organîzetoran plaket da Berken Bereh.
2'yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Batmanê, Egîtîm-Sena Batmanê, BART'ê (Komeleya Çand û Hunera Batmanê) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto ve tê organîzekirin. Çalakî heta 29'ê mehê didomin.
Foto: Metîn Yoksu / MA
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li Batmanê dem dema wêjeyê ye


