logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Mîmar Sînan û Kela Dimdim

Gava mirov li dîroka mîmariyê dinihêre, di warê teoriyê de li dinya alemê navê Vitruvius (Beriya mîladê 80-70 hatiye din

  • Dîrok: 28/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Gava mirov li dîroka mîmariyê dinihêre, di warê teoriyê de li dinya alemê navê Vitruvius (Berî Mîladê 80-70 hatiye dinê, piştî mîladê di 15'an de jî miriye) Leon Battista Alberti (1404-1472) tê bîra mirov. Yê pêşî hevgirtina bedena mirovî ji bo mîmariya xweşik û maqûl pêşniyaz kiriye, yê din jî li ser pêşniyaza wî ava kiriye û bedewî wekî meseleyeke hevgirtinê bi giştî bi nav kiriye. Helbet ji Eflatûn heta bi roja îro ji bo fîlozofiyê mîmarî illeh xwedî cihekî taybet bû. Li gorî David Grabber jî ew “karê bêkaran” e. Lê em gelekî muhtemel divê heta bi serdema mezolîtîkê biçin ji bo dîroka mîmariyê û felsefeya wê jî. Ji xaniyên gundên neolîtîk, em pê dizanin ku sêwirandineke mîmarî ya ku parastina xelkê, mihafezekirina berhemên hilberandî, kêmbikaranîna mekanî ji beşên vê mîmariyê û fîlozofiya wê ne. Ji berî wê, mîmariya ji bo perestgehên wekî ya li Xirabreşkê jî nîşan dide ku hem mîmarî û hem jî xemilandina di çarçoveya mîmarî de xwedî dîrok û rabihuriyeke bi qasî civakîbûna tevlîhev a mirovî kevin heye. Li wir em dibînin mîmarî ji bo fêmkirina dinyayê û xwedayan yan jî manewiyatê hatiye bikaranîn û xwe disipêre texlîdekî dewra xwezayî yan jî gerdûnê bi xwe, bi rengê mirov hingê tê gihiştiye.

Piştî ku li ser hîmê neolîtîkê bajarvanî dest pê dike, em dibînin ku mîmarî bi dewreke esasî ya pêkanîna çînên civakî û desthilata siyasî hatiye bikaranîn. Ji fonksiyona zîguratan heta bi çêkirina pîramîtan, hemû li gorî vî esasî yan jî ji bo xizmetê ji vê rewakirina çînên civakî re bike hatine sêwirandin û dîsa texlîda ya ezmanî, xwedayî ji bo vê rewakirinê di mîmariyê de jî vediguherin stûnên sereke.

Piçekî dirêj çêbû lê di nava vê dîrokê de wekî fîlozofekî mîmariyê navê Mîmar Sînan nîn e. Heger hebûna wî bi temamî ne mîtek, ne çîrokek be, Mîmar Sînan ji dê û bavên xiristiyan e, sala 1490'î hatiye dinê û 98 sal emir kiriye. Ew wekî yenîçeriyekî xulamê Siltanê Osmanî bûye; li gorî vî temenê xwe yê dirêj, naxwe ew xulamê Siltan Silêman, Selîmê 2'yê û Miradê 3'yê bûye. Hejmara berhemên dixin stûyê û di demeke dirêj de lêkirin û çêkirina van îşaret bi wê yekê dike ku gelek ji van mît in û ji bo zêdekirina qîmetê wan û mezinkirina vî mîmarê hanê – helbet ku ne çîrok be – li hev hatine anîn. Lê dîsa jî ew îro bi xwe jî wekî mezintirîn mîmarê tirk yê li seranserê dinyayê tê danasîn. Behsa îhtîmala mîtbûna wî, behsa dê û bavfilehbûna wî, yenîçerîtiya wî yan nayê kirin, yan kêm tê kirin. Dewletek ji miletê xwe re mîtekê çêdike da ku pê serbilind be. Dewlet tirk be û ew mît ne tirk be, ne xem e, ew dewlet wê wê mîtê bike tirk. Mîmar Sînan jî li Tirkiyeyê dê û bavê wî çi dibin bila bibin, êdî tirkek e di bîra civakî ya tirkan de.

Li Kurdistanê nîşanên mîmariyeke bedew hene, berhemên wê jî ku hîç ne eyb e mirov bibêje û ne ku ez niha didim helemanan, ne kêmî yên Sînan in û heta ji yên wî dibihurin. Di warê estetîkê de mirov li qesra Mîrên Bazîdê li Qesra Îsheq Paşayî binihêre, bi hêsanî vê dibîne. Yan jî em li Heskîfê ji serdemên Artûklû jî û ji serdema mîrîtiya kurdan a ji paşiyên Eyûbiyan jî mîmariyeke harîqulade dibînin. Çîrok û serpêhatiyên gelek pirên wekî Pira Delal a Zaxoyê, qesr, kelehên wekî ya Farqînê, cokên wekî ya ji Torê xwe berdide deştê, Kelaha Wanê û gelekên din hene. Xasma jî Kela Dimdim ji wan berheman e ku îro ne li ser piyan be jî, dikare bi çîrokî, wekî efsaneyekê li ser piyan be. Gava Xanêlepzêrîn li ser erdekî bi qasî postê gayekî kela xwe lê kir, wî haziriya şerê man û nemanê jî kir: “Elhemdilla şikir, ez ney Dimdim bûme Dimdim, Ez Kurmanc bûm bûme hakim, Şahê ‘Ecem deyna li bin min.” Ne tenê ev e jî, diyaloga Xan û Şah jî heye: – Erê xano tu yî Kurmanc î, Tu qebûl bike vî tancî, Heke na tu ber topê min armanc î. – Ez tancê te qebûl nakim, Ez hef ne’let li babê te dikim, Kirmanciyê bênav nakim.” Keleheke efsane ye, xanekî efsane ye, mîmariya wê jî efsane ye- mesela kuştina 300 paleyên di çêkirina kelê de xebitî- çima ew efsane nebe fîlofzîfiyeke mîmariya bedewî, qehîmî û parastinê. Bi ser halan de ev qasî kurd, kurmanc û kirmanc.

27.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bi sedhezaran li konsera Koma Amed de bûn

ad

Beşa nû ya kurtefîlmê 'Dilop'ê hat belavkirin

ad

Ji dêvla Şenyaşara hate binçavkirin Buldan di nobetê de ye

ad

Dewlet ji bo vemirandina şewata li Cudî tiştekî nake!

ad

Beşiktaş rêya xwe ya UEFA'yê didomîne

ad

Ji bo dosyaya: Çîrokên Zanqirtê û nivîskarî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname