COPIAPO
Hemû madenkarên li Şîliyê ku ev 69 roj in ku 700 metreyan di bin erdê de bûn hatin xelaskirin.
Operasyona xelaskirinê duh serê sibê dest pê kir û nîvê şevê saet nêzî 3'yê bi dawî bû. Madenkar di bin erdê de 48 saetan carekê xwarin dixwarin da ku bijîn.
Serokwezîrê Şîlî û gelek rayedarên dewletê li cihê operasyonê amade bûn. Kesên ku ji bin erdê hatin derxistin piştî ku wan û xizmên xwe hev dîtin rakirin nexweşxaneyê û li rewşa wan a tenduristiyê hate nêrîn.
Wezîrê tenduristiyê yê Şîliyê diyar kir ku pirsgirêkên diran û çavan ên gelek madenkaran heye.
Madenkar di tuneleke ku hate kolan re bi kapsulekê yeko yeko hate derxistin. Her yek bi saetekê de karîn bikişînin derve.


