Diyarname
Nivîskar Evdile Koçer di çalakiyeke hunerî de wê çîrokên xwe ji bo mêvanan bixwîne.
Muzîkjenê kurd Ciwan Tengezar jî wê bi muzîka xwe ve rih bide xwendina çîrokên Koçer.
Kurtedemek berê pirtûka Evdile Koçer bi navê "Pêlava Birîndar" derketibû. Niha ji bo vê pirtûkê li Berlînê çalakiya çîrokxwendinê tê li dar xistin. Di vê çalakiyê de dê Koçer çîrokên xwe ji bo mêvanan bixwîne.
Her wiha wê nivîskar li ser wêje û zimanê kurdî jî bersiva pirsên guhdaran bide.
Evdile Koçer di dawiya bernameyê de jî wê ji xwendevanên kurdî re pirtûka xwe ya dawî "Pêlava Birîndar" îmze bike.
Bernameya çîrokxwendinê ji hemû xwendevan û gohdarên kurdî re vekirî û bê pere ye!
Navnîşana cihê çalakiyê:
Cuvrystraße 13/14, 10997 Berlîn
Tel.: 22 50 24 01/ 03
Dîrok: 22.10.2010
Saet: 17.00
***
Nivîsên eleqedar:


