WAN
1'emîn danişîna 17 kesên ku 11 meh berê ji "Doza KCK'ê" hatin binçavkirin û 14 kes jê hatibûn girtin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê li dar ket. Heyeta dadgehê dazxwaza parastina bi kurdî red kir.
Di danişîna 17 kesên li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê dîtin de 20 parêzer û girtî amade bûn. Ji ber ku wesayîta girtiyên jin ên li Gîrtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dimînin di rê de xera bû, girtiyên jin nikarin beşdarî danişînê bibin. Danişîn piştî eşkerekirina nasnameyan bi xwendina îdîanameyê dewam kir.
Piştî xwendina îdianameyê girtiyên bi navê Ramazan Ozlu, Tevfîk Say, Kerem Çali û Kamuran Parlak xwestin ku bi kurdî parastinê bikin. Bersûcan, diyar kir ku ew dê bi kurdî hêsantir dîtina xwe bînin ziman. Paşê parêzerên wan jî bal kişand ser bendên 39/5 ya Peymana Lozanê û da zanîn ku bi kurdî miwekîlên wan dikarin xwe bi rehetî xwe biparêzin û xwestin ku ev daxwaz bê qebûlkirin. Dozgerê Komarê, bi hinceta ku bersûcan heta niha bi tirkî fikrên xwe anîne ziman daxwaza parastina bi kurdî red kirin.


