Yeko Ardil
Ji bo candaran hemûyan û nexasim ji bo mirovan ban wekî hêmaneke bingehîn û bivênevê ye. Mirovahî di encama gelek tecrubeyên dijwar de neçar ma ku ji xwe re banekî ava bike. Ew ban di destpêkê de wekî qul û qewarên şikeftan an jî koz û kolikên ji dar, ber û ji qamîşan dihatin lêkirin. Bi herhal ji bo xwe parastina ji berf, baran, lehî û lêmiştê pêdivî bi banekî dihat dîtin. Ji bo banekî baş û saxlem jî her wisa pêdivî bi stûnên saxlem hebû. Li dû wan jî parêz ango çeper dihatin ku ew jî ji bo parastina navxweyî ya ji derdorê û ji xetereyên cûr bi cûr dihat dîtin.
Mixabin wekî gel û netewe em kurd hîna jî li ser rûyê vê zemînê bê ban, bê parêz û parastin in. Banê me yê heyî jî ne saxlem û ne lêkirî ye. Em yan di bin banê xelkê de hewla xwe parastinê didin an jî banê ku em yên xwe dihesibînin di barîna berf, baran û teyrokê de têra parastina me nake û di bin wî de bi xetera mirinê re rû bi rû dimînin. Mezinên me ji bo bê şansî û bêtalihiya xwe bînin ziman wiha digotin: ‘Li Mûşê dinya ewrayî be, li Bedlîsê banê min dilop dike.’ Niha ew hîn dijwartir û xembartir bûye. Li ku derê dinê şer û pevçûneke hebe, teqez banê me kurdan bi serê me de tê xwarê. Heta mirov gava baş dêna xwe didiyê, mirov bi mixabinî dibîne ku navê kurdan tenê bi êrîşên dewletên hov, bi kuştina zarokan ango çekên jehrîn yên kîmyewî, bi talankirina mal, milk û canên jin û zarokan ve tê zimanî.
Heta em dikarin bibêjin ku heta radeyekê em ji vê encamê jî memnûn dibûn û dibin. Ji xwe re li vê sosretiyê binêrin, ma ne wisa?! Lê ew jî di nav mentiq û rastiya xwe de xwedan cihekî ye. Lewra bi sedan salan gava kurd rastî her cure barbarî, qetlîam û komkujiyan dihatin ne li jêr û ne jî li jor di tu belge û reşbelekan de behsa navê wan nedihat kirin. Mêzînin ew jenosîdên wekî Dêrsim û Zîlanê kanê di kîjan belgeyên navneteweyî de derbas dibin? Xeyn ji wan jî bi hezaran bûyerên wisa bi serê me de hatine, lê bi tenê di berhemên dengbêjan de an jî di çîrokên dayîkan de parastî mane.
Em neçar dimînin wî banê ku têra parastina me nake cih bihêlin û berê xwe bidin xerîbiyê. Ev xerîbî ne rastiyeke sanahî ye. Tu xwe davêjî bextê hinekan û lava dikî: ‘Ez ketî me, min biparêze.’ Eger ew dewlet jî li gorî berjewendiyên xwe an jî ji neçariya hebûna hiqûkeke lawaz te qebûl bike, vêca tu û gelê wir li hemberî hevdu dimînin. Tu xwe bikî sabûn û di ber lingê wan de jî bigerînî, mixabin tu belangezekî hewcedarê alîkariyê yî û gava hind ji wan dest davêjin çekên bêbext jî dîsa yê ku berî herkesî dibe armanca wan guleyên hovane tu yî.
Li Almanya 3 mîlyon û nîv tirk hene, lê zarokên kurdan dibin hedefa nijadperestan. Bi ser de jî kujer dibêje: ‘Ne pêkan e, em wan ji Almanya der bikin. Lewra divê bên kuştinê.’ Ya balkêş gotinên kujerî ne û wisa diyar e ku dikan û qehweyên kurdan bi zanîn û bijartin kirine armanc.
Di roja ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ew wekî Roja Zimanê Zikmakî qebûl kiriye û diyariyê zimanên di bin tehdîtê de kiriye, hîn jî di nav tabloya zimanan a (NY) ê de behsa zimanê kurdî yê çil pêncî mîlyonan nayê kirin.
Lê kurd li welatê xwe û li Ewropa jî bi kuştin û qetlîman li ser zimanan in. Ji bo wê jî, me pêdivî bi banekî Kurdistanî heye. Nav û naverok çi dibe bila bibe. Ji me re parêz û parastin divê.
Ji bo her kurdê welatparêz hemû zarokên kurdan mîna tiliyên destekî ne. Kîjan jê bikî ew jan dide. Lê rast e ku êş û jana ewladê jî bi tu şewatê re nayê pîvan. Em di serî de ji hevala Serpîl Temîz û ji hemû dayîkên şehîdan re sersaxîyê dixwazin. Bila xwîna me bibe sedemê avakirina ew banê Kurdistanî ya em hezar sal in, xewn û xeyala wî dibînin.
22/02/2020, Yenî Ozgur Polîtîka