Diyarname
Li Îtalyayê maçên lîga mezin Serî A jî di nav de hemû çalakiyên sporê heta 3'yê avrêlê dan rawestandin.
Komîteya Olîmpiyata Neteweyî ya Îtalyayê (CONI) biryara da ku hemû çalakiyên sporê ji ber cureya nû ya kononavîrusê (Kovid-19) dane rawestandin.
Li gor nûçeya La Gazzetta dello Spor, Serokê CONI Giovanni Malago ligel serokên federasyonên sporê li Romayê civiyaye û di cvînê de ev biryar hatiye girtin. Ev biryar ragihandine Serokwezîr Giuseppe Conte û Wezîrê Sporê Vincenzo Spadafora.
Serokwezîrê ÎTalyayê Conte ji bo herêmên bakur ên welat duh biryarnameyek belav kiribû û têde biryarên xurtir ku ji bo van deran girtine eşkere kiribûn.
Li gor vê 11 şarearî dê ketin û derketina bajaran zêdetir qontrol bikin û herêma wekî "herêma sor" hat diyar kirin ku di nav de bajarên Milano û Venedîk jî hene. Li van herêman hemû cere çalaktî, perwerdehî jî hatin rawestandin.
Li İtalyayê heta niha 9 hezar û 172 kesên bi vîrusê ketine hatiye diyarkirin û heta niha 463 kes mirine.


