Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê fermanameyek bi sernavê "Tevdîrên ji bo vîrusa koronayê" ji bo bajaran şand. Di fermannameyê de biryar da ku cihên gelek mirov diçinê bêne girtin.
Li gor fermannameyê îşev piştî saet 14'an ev der heta biryarnameyeke din divê bêne girtin:
Salonên şano, sînemay, konser, salonên dawetan, lokanta/cafeyên bi muzîk, gazîno, bîraxane, taverna, qehwexane, cafe, behçeyên cafe, salon/ca feyên nargile, salonên înternetê, salonên têde lîstikên cur bi cur têne lîstin, cihê pêlîstokên zarokan ên sergirtî (yên li nav AVM û lokontayan jî têde), hemû çayxaneyên gel diçê, lokalên komeleyan, lûnapark, hewzên ji bo soberiyê, hemam, saûna, avgerm, salonên masajê, SPA û navendên sporê..
Ji bilî van qedexeyên ji bo saziyên sivîl jî bi vî rengî ne:
Hemû civîn û perwerdehiyên saziyên sivîl ku mirovan tînin ba hev, konferans, xebatên din, şînxane û hwd.


