Diyarname
Rêveberiya Trabzonsporê hunermendê efsanewî yê Behra Reş Kazim Koyuncu kir endamê xwe yê rûmetê.
Hunermend Kazim Koyuncu ji ber nexweşiya qansêrê di 33 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Niha rêveberiya Trabzonsporê Koyuncu kir endamê xwe yê rûmetê.
Endamê Lijneya Rêveberiyê yê Trabzonsporê Cafer Hazaroglu çû mala bavê koyuncu û belgeya endamtiya rûmetê teslîmî dê û bavê wî kir. Hazaroglu wisa got: "Kazim Koyuncu efsaneyekî ye ku dijî. Endamtiya wî ya Trabzonsporî wê her hebe. Endamtiya wî ya di deftera me de wê qet neyê jêbirin."


