ENQERE
BDP'ê ku biryar dabû ku ew ê hemû xebatên xwe bi kurdî bimeşîne, niha bi perwerdehiya kurdî gavek avêt. Qursên kurdî ku li Navenda Giştî ya BDP'ê dest pê kir Hevserokên BDP'ê, mebûs, endamên LijneyaRêveberî ya Navendî û reveberên din beşdar bûn.
Di qursê de mebûsên BDP'ê Nurî Yaman û Osman Ozçelîkê ku baş bi kurdî dizanin û Akin Bîrdalê ku qet bi kurdî nizane jî hene. Xebata perwerdehiyê bi pîştgiriya ji aliyê TZP-Kurdî û KURD-DER'ê ve tê meşandin û hêî ew e ku bi gavê kurdî bibe zimanê siyasetê.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ser mijarê agahî da û diyar kir ku heta ew kurdî fêr bibin wê qursê bidomînin.


