Diyarname
Di vê dema ku vîrusa koronayê xwe li dinyayê pêçaye û dermanê dij nexweşiyê paqijî, bi taybetî paqijiya destan e de UNICEF'ê bal kişand ser xalek din: Li dinyayê 3 mîlyar kes lawaboyên wan ku têde destan bişon tune ye.
Fona Alîkariya ZArokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) got ku dijî vîrusa koronayê (Covid-19) bi sabûn şûştina destan muhîm e û eşkere kir ku li dinyayê 3 mîlyar kes li mala wan lawabon nîn e ku têde destên xwe bi av û sabûn bişon. UNICEF'ê got ku li welatên ne pêşketî ji çaran yekê mirovan ji vê pêdiviyê bêpar in. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku li dinyayê ji sisêyan yekê dibistanan de jî lawabo nîn in.


