logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Morîk kengê belav dibin?

elavbûna morîkan, belavbûna kesayet û civakê ye. Roman jiyan û derûnîya kesên penaber ji gelek hêlan raxistîye ber çavên

  • Dîrok: 30/03/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Prz. Veysel Vesek


Hin Agahî

Berhemdarîya nivivîskar Helîm Yûsiv bi romana xwe ya çaremîn “99 Morîkên Belavbûyî“ berdewam kirîye. 99 Morîkên Belevbûyî, ji Weşanxaneya Peywendê, di sala 2015'an da derketiye. Hêjayê gotinêye ku Weşanxaneya Peywend, ji bergê vê berhemê bigre heya redaksiyon û edîtorîyê karekî serkeftî kiriye. Berga pirtûkê, li ser zemîneke spî, ji morîkên sor ên tayê wan qetîyayî pêk hatiye. Weşangeriya kurdî zû bi zû nabe mijara nivîsaran. Lê di destpêkê de ji ber xebata wan ya serketî, ji edîtorê romanê Remazan ALAN, Redaktor Dawud OZALP û bergsaz Aysel Kazici OZALP re dibêjim, malî ava. Ji ber ku bi xêra wan min bi dilekî rehet ev roman xwend û ez ji ber tiştên teknîkî li xwedinê ne aliqîm.

Mekî me li banî gotî ev romana nîvîskar Helîm Yûsiv ya çaran e. Nivîskar piştî çapkirina gelek çîrokan, cara ewil di sala 1999'an de bi romana "SOBARTO" derketibû pêşberî xwendevanan. Helîm Yûsiv her wiha di sala 2006'an bi romana “Tirsa Bê Diran”, di sala 2008'an de bi “Gava ku Masî Tî Dibin” xwe li nivîsandina romanê germ kiribû.


Mijar û Naveroka Romanê

Nivîskar, Romana xwe ji 61 beşan ava kiriye û navê her beşê bi morîkan destnîşan kiriye. Morîka Ewilî wekî destpêka berhemeke zanyarîyê di dirûvê pêşgotinê de hatîye nivîsîn. “Morîka derveyî tizbîyê” bi kuştina camêrêkî navsere li kolana bajarekî Elmanyayê dest pê dike. Ev berhem çîroka zilamê li erdê di nav xwînê de mayî û li derdora wî belavbûna morîkên(li herêm na meherk) tizbîyê wî ye. Piştî çûyîna vî zilamê navsere, bi destxistina deftereke rojnivîskên wî em û nivîskar ji serpêhatîya lehengê romanê Azad agahdar dibin.

Lehengê romanê Azado li welêt(navê welêt ne dîyar e) li bajarê Amûdê dijî û wekî zarokekê sêwî tê dinyayê. Li ber destê jinbavê mezin dibe û bi her awayî hewceyî dayîkekî ye. Lê di nav wê xirecira malbatî de rolekî wî ciddî heye, ew jî dema ku têkilîya bavê wî bi kesên Ereb yan jî bi rayedarên Hikûmatê re çêdibin wergêrîye dike. Di ser û bine romanê de sîya diya Azadê sêwî li ser serê wî dixuyê û ew wê wekî “balindeyî reş” bi nav dike. Ji “Morîka gîyanê dayîkê” pê de ev balinde dikeve jiyana Azad de. Ev balinde gelek caran ji Azado re sebr e, carinan jî tirs e. Bi vî awayî di romanê “ balindeyê reş” lehengekeke sereke ye, lê xeyalî ye. Ev balindeyê reş di bin zextê jinbavê de care ewil derdikevê ber çavê Azad. Piştî vê cara ewil êdî ev balindeya reş, di rojên kû marên keskên deqdeqî tên Azado, di rojên zindanê de, di rojên evînê de, di rojên ku Azado bûye bav de xuya dike. Ev balindeyê reş, ku bûye giyanê diya Azado xwe li ser paçikê spîyê resiman jî xwe di de der. Balindeyê reşê ku bûye gîyanê diya wî, kûrahîya derûnîya Azado bi xwe ye .  

Lehengê wekî giyanê diya Azad gelek caran ji Azado dûr jî be bavê wî ye. Di Morîka 28an a bi navê “ Morîka mirina bavekî bû” hebûna bavê wî çawa lê tesir lê  kiriye vedibêje. Azado xwe dike şûna bavê xwe û ji dûrbûna welat wî dike nava girîyekî dûvdirêj.

Lehengê sereke Azad, mêrekê gelekî dilzîz e û beravajî mêrên kurd gelek caran xwe bi girî dikuje. Azado bi vî hawî di çar Morîkan ango beşan de digirî. Nivîskar mêrên kurd ê ku giriyê wî tu caran ne li ber çavane bi wî hayî wekî mirovekî karê bigirî jî dide xuya kirin.

Lehengekî bi tevgera xwe di ciwanîya Azado de cih digire hevalê wî yê zarokatî Yasîno ye. Yasîno di beşên ewilî de, ya rastî ne wekî lehengekî ye, wekî marekî keskê deq deqî ye û bêhtir “tîp”ekê ji bajarê Amûde ye. Lê pişt re di beşeke dî de, wekî qaretkterekî ne baş jîyana Azado sero bino dike.

Ew keça bi navê Bêrîvan, mifta derîyê romanê bi deste xwe vekirîye û di dawîya romanê dîsa ew bi vê miftê, derîyê romanê qufle dike. Bêrîvan evîna Azado ye ku her demê li hemberî îxanetê wê jî ji jîyana wî dernakeve. Nivîskar bi kurahî li ser qarakterê Bêrîvanê nesekinîye. Lê di “Morîka tizbîyê” de wekî ku Azado dibêje “ Di Bêrîvanê de gelek tiştên ku mirov nikare têbigêje hebûn…” Bêrîvanê di vê beşê de, tizbîyekî wekî dîyarî dide dildarê xwe Azad. Li gorî gotinên Bêrîvanê ew tizbîyê reşê morîkhûr ji kalikê wê ye şêxêkî neqşebendîyan bû maye û niha dide evîndarê xwe Azad. Lehengê romanê jî vê tizbî li zenda deste xwe yê çepê badide û dibêje, kengî ez bimirim ev tizbîyê hingî ji deste min derkeve. Azad ji ber ku dil li alîyê çepê ye li zenda destê xwe yê çepê badide û vê yeke jî Bêrîvanê re jî dibêje.


Di romanê de sembol

Di romanê de gelek sembolên ku nivîskar wan bi zimanekî dî şîrove dike hene. Marên deqdekî yên kesk ku ji hewşa mala Bavê Bêrîvanê Rizoyê Etar peyda dibin; sîxur û alîkarên Rejîma Baasê tînin bîra mirov. Ku ev marên keskê deq deqî hinekan vedidin û bi hinek kesan venadin. Marên kesk, ûnîformayên leşker û berpirsiyarên rejîma Baasê tînin bîra mirov. Dîsa şîroveya navên wekî “bakur” ji xwendevan re hiştî ye. Nivîskar “bakur” wekî têgiştineke mirovî dide xuyakirin.

Kesê-tîpê ku Azad li elmanyayê lêrasthatî yê ewil Muxtar e. Ev zilamê deh salan li kampa penaberan li hêvîya mafê penaberîyê- mafê rûniştinê dimîne, sembola ewila kurdên li penaberîyê dijîn e. Muxtar ji zarok û jina xwe dûr ketîye û tevlî şer û pevçûnên hin kesên nijadperest bûye. Muxtar be Azad tînê bîra wî. Di morîka 43an vê halê Muxtar carekî dî dikevê nava romanê, lê vê halê wekî kesekî dêrûnîya wî xerabûyî li Azado vedigere.

Roman heta Azad ji mekteba ziman xelas dike, bi hostetîyeke xweş hatîye hûnandin û herikbar e. Piştî Azad jina bi Elman Sandra ra dizewice û dest bi karê wergerê dike û keça wî tê dinyayê, jiyana wî dikeve nava rûtînekê de. Azad wekî wergêr diçe nexweşxaneyan û li vir wergêriya gelek mirovên Ereb û kurd dike. Gelek beş an jî morîk ji serpêhatî û çîrokên ji derûnnas re hatîye gotin ava bûne. Dirêjbûna çîroka van nexweşên derûnîyê û morîkên li ser wan carina xewa mirov tînin. Lê dîsanê ev çîrokên penaperên derûnîya wan ji ber şertên penaberîyê xirabûyî ji leheng ne dûrin. Pişt re mirov dibînê ku her yek ji van çîrokên kesên penaber, alîyekî lehengê me Azad rave dikin.


Meseleyên penaberiyê

Nivîskar her çiqas mijarên polîtîk dîrekt venebêje jî, meselêyên penaberîyê û sedemên penaberîyê ji devê kesên penaber vedibêje. Her wiha şerê li Surî, çîrokên penaberên piştî şerê Surîyê xwe li sînor û qiraxan dane, bi zimanekê vekirî û gelekî xwezayî vedibêje. Azad gelek caran empatîyeke xurt, bi van kesên li “rawestgehên girtî” û nexweşxaneyên derûnî dimînên re ava dike. Piştî şerê Surî hatina pêlên penaberan, ji mirovên nû hatî re wergêrîyê dike. Azad bi xwe jî ji ber ku ji welatê navê wê Sûrî hatî danîn hatîye, nikarê xwe ji serpêhatîya van kesan dûr bixe û gelek caran wekî ku dibêje, ev kes di bine parçeyek ji jîyana wî .

Lê ma morîk kengî belav dibin? Di nav karê wergêrîyê de Azad li nexweşxaneyeke zarokên derûniya wan xirab bûyî rastî kurikekî pazdeh salî Hisên tê. Ev beş,“Morîk, morîka Hisênê biçûk bû” hatîye bi nav kirin, morîka 51ê ye. Piştî vê morîkê êdî roman ber bi dawîyê ve diçe û wekî romana Marquez ya bi navê” Duşema Sor” her tişt dîyar dibe. Dîsanê ev beş, romanê ji rûtînekê xelas dike û mirov xwe li ber pêlên vê herikandina romanê berdide.


Cihên Roman lê dibûre û Dema Romanê

wekî me li banî gotî; welatê ku Azado jê hatî Elmanyayê raste rast nayê dîyar kirin. Amûdê, wekî di nava welatekî Ûtopîk ango dîstopîk de ye. Ji vî welatê ku marên kesk nahêlin Azad, jiyaneke azad bijî, rastî zordarîyê tê. Ji ber vê jî Azad berê xwe didê derveyî welêt. Azad tê Elmanyayê, lê bajar, tar û navnîşan tenê Elmanya ye. Nivîskar li Elmanyê, navên tu bajar, tu tar û tu navşnîşanên ku bûyer û çîroka Azad lê derbes dibe ji me re nabêje. Tenê dera ku Azad tê kuştin dibejê. Lê cihan bi nav dike ango taswîr dike; kampa penaberan, dibistana hînbûna zimanê Elmanî, Rawestgehên girtî, Balafirgeh û hwd.

Wext an dema ku roman tê gotin jî nedîyar e. Lê dema kuştina Azado di “morîka ji derveyî tizbîye de” wekî “..roja şazdehê Adara du hezar û diduyan” destnîşan dike. Lê li gorî kronolojîya serpêhatîya Azad, divê ev sal 2012 ba. Ji ber ku wekî ku di romanê de dibeje, Azado piştî pêlên penaberên Surî xwe li sînorên elmanyayê qelibandin tê kuştin, û di herikandina romanê hilweşîna bajarên Surî û hovîtîya cîhadîstan tê ravekirin. Divê dem jî li gorî van bûyeran sala 2012an be. Lê dibe ku sala du hezar duduyan tercîha nivîskar jî be. Dirêjbûna dema romanê çend salin em sedî sed nizanin. Dibe ku ev dema romanê bi qasî temenê lehengê romanê Azad be.

Morîka 59an qetandina tizbîya belavbûna 99 morîkan e. Bi hatina Bêrîvanê evîn xwe nûjen dike. Bêrîvan, tê elmanyayê û du evîndarê kevin rastî hevdu tên. Tizbîya di zenda çepê ya Azado de, hêjî li cihê xwe ye. Bi destê kujerekî nediyar lehenge me li Elmanyayê tê kuştin û evîna deh salan di dil de dimîne…. ji 99 morîkên belavbûyî, nivîskar 59an vedibêje. Ya rastî duduwan jî lê zede dike û wan wekî “morîka derveyî tizbîyê” bi nav dike. Ango tevahî 61 morîk in. Lê ma kanî ew 40 morîkên dî. Nivîskar dibêje ew belav bûne û nehatine dîtin. Û li gorî min nivîskar dibêje, dilê min hew radigire ango divê dile mirov hew ragire van morîkên bixwîn ji we re vebêjim.


Gelek morîk bi serê xwe çîrok in

Belavbûna morîkan, belavbûna kesayet û civakê ye. Roman jiyan û derûnîya kesên penaber ji gelek hêlan raxistîye ber çavên xwendevan. Gelek morîk bi serê xwe dibin çîrok û derveyî vê romanê werin xwendin jî tiştekî ji bedewûna xwe winda nakin. Lê romannûs Helîm Yûsiv ev çîrokên dema îro bi tayekî xurt bi hev kirine. Dibe ku Azad Morîkek ji civakê be û hemû morîk bi tayê jiyanê bi hev re giredayî be.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Di teqîna li Stenbolê de hejmara miriyan gihişt 18'an

ad

ASÎVA

ad

Ji Sûrê dîmenên nû

ad

Ceza dan nivîskar Îrfan Babaoglu û Weşanên Aramê

ad

Kliba Hefteyê: Ji bo bîranîna Cegerxwîn

ad

WHO: Ya herî xirab hê nehatiye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname