Diyarname
Duh êvarê rêxistina bajêr a DTP'a Sakaryayê şahiyeke li dar xist, komeke ulkuciyan êrîş kir, kurdek mir.
Li Sakaryayê DTP'ê Şahiya Çand û Hunerê li dar xist. Mebûsê DTP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de li dor hezar û 500 kes beşdarî şahiyê bûn. Komek nijadperestên tirk li ber salonê dawetê kom bûn û diruşm avêtin. Hina camên salonê şikandin û xwestin bikevin hundir. Kesên di salonê de di hundir de hepskirî man. Hate gotin ku Midûriyeta Ewlehiyê di warê belavkirina nijadperestan de bêdeng maye. Di vê navberê de kurdek bi navê Ebubekir Kalkan (65 salî) qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Sê kes jî ji xwe çûn û kesên li salonê bi îmkanên xwe ew baş kirin.


