logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Bilêvkirina Kurd a bi Pirsgirêk

Tam salekê berê, di 4’ê Rêbendana 2010’an de Serokomar Gul xwestibû ku peyama xwe ya sersalê di bernameya TV’yê ya bi na

  • Dîrok: 11/01/2011
  • Beş: Serbest

CENGİZ ÇANDAR*

Bi duh re çû canika min,
Divê niha tiştên nû bibêjin
Ku çiqas gotinên duh hebin jî 
Divê niha tiştên nû bibêjin.
Mevlana

Tam salekê berê, di 4’ê Rêbendana 2010’an de Serokomar Gul xwestibû ku peyama xwe ya sersalê di bernameya TV’yê ya bi navê ‘Tecrube Diaxive’ de ku me bi Hasan Cemal re bi rê ve dibir bike. Deqîqe diborîn, lê Gul bi gotineke rojnamegeran peyveke ku bibe ‘sernûçe’ ji devê xwe dernedixist. Min berî ku navbera reklamê bidim, bi awayekî bêpîvan pirseke hêsan û xwerû jê kir: Di nava sala 2010’an de li Tirkiyeyê xetereya darbeya leşkerî heye? Îfadeyeke nîvdiyar a tinazî li rûyê wî belav bû, bêteredût bersiva xwe ya ku dihate  wateya “Ne mimkûn e, êdî me tiştên wisa li dû  xwe hîştin” da. Manşet çêbûbû.
Sala 2010’an wekî ku Gul gotibû derbas bû. Di gelawêjê de biryarên YAŞ’ê (Şûraya Leşkerî ya Bilind) û di berfenbarê de destpêkirina Doza Balyozê, (di dîroka komarê de wekî cara yekemîn ku  ji 196 kesên pêk dihat û hemû bersûcên wan jî ji leşkerên erkedar û malnişîn pêk dihat) ‘îhtîmala darbeya leşkerî’ gelekî kêm kiribû. Biencambûna referandûmê ya Zagona Bingehîn a bi rêjeya  % 58’an jî, bi ser de derbeyeke hiqûqî li pergala wesayetê dabû. Di vî warî de, tenê di dawiya salê de danezana MGK’ê ya di der barê ‘yek’an de siya xwe berdabû ser sala 2010’an. Rewşeke eyardayîna leşkerî ya nas li ser mijarên ku ber bi qada nîqaşê ya demokratîk ve dihat kişandin derket holê. Pêdiviya hikumetê bi vê yekê tune bû. Jixwe serokwezîr naveroka danezana MGK’ê bi gotinên xurt anîbû ziman. Danezana MGK’ê, li rojhilatê başur ji bilî wekî serwextbûneke ku bi destê hikumetê ‘veanîna leşkeran a qada siyasî’ û ji bo ku hikumet rewşa xwe têkuz bike û xwe bispêre leşkeran kêrî tiştekî nehat.
Bilêvkirina ku dema bikaranîna xwe tije bûyî.
Dotira danezanê di bernameyeke televîzyonê de ku ez beşdar bûm weşan rawestiya, me dest bi guhdarkirina axaftina Gul ku li Amedê dikir kir. Qala ‘Cudatiyên me, dewlemendiyên  me ne’ dikir. Bi gotina “Çawa ku li vir bi kurdî tê axaftin, li derên din hemwelatiyên me yên ku bi erebî diaxivin jî hene” û  wekî mîrateyên çanda me silav li wan dikir. Peyva “Em hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên wekhev in” jî teqsîr nekir. Ez ber bi beşdarvana/ê  bernameyê ya /yê din bûm û min got: Dema van gotinan diqede. 2011 dawî ye û wî /wê jî pejirand.
Ji dema ku peyva ‘Kurd’ û ‘axaftina bi kurdî jî qedexe bû niha ev gotinên ku ji devê serokomar û serokwezîr derdikevin, bûn sedema kelecanekê. Lê êdî asta pîvanê pir bilind bû. Bi saya alîkariya rêveberên welêt û asta pêşveçûna ku Tirkiye gihîştiyê ye, pir li pêş van gotinan e.
“Nirxandina serîlêdana Gul a Amedê ya herî bi bandor ku di ew du rojên dawî ya salê de pêkhatî, di 1’ê rêbendanê de, di nav rêzên nivîsa Dîlek Kurban ya Radîkalê de: “Serokomar Gul di axaftinên xwe yên ku roja ewilî li Amedê kir de, dîsa bi çûyîna vê erdnîgariya ku neteweyek lê dijî û wan di demên nêz de daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî, jiyaneke pirzimanî ya gelmperî û daxwazên jidil ên wekî xweseriya demokratîk kirine û ew daxwazên xwe bi tekoşîneke siyasî bi pêş ve birine, wekî karmendê dewletê helwesta nas û gotina ji rêzê dubare kir. Rêzika giştî ya nas a dewletê ku bi çavekî piçûkatiyê lê mêze dike, jîriya civakê piçûk dibîne û daxwazê wan li ber çavan nagre û rastiya ku pê bawer e radigihîne û dubare dike.

Di Koma Partiya AK ê de bilêvkirina Kemalîzmê

Serokwezîr jî ‘peyama’ serokomar duh di civîna komî ya partiya xwe de bi şêwaza xwe dubare kir:
“... Dema ku em ji Afyonê bi rê ketin (civîna Partiya AK’ê ku di sala 2001’ê de bingeha wê hatibû sazkirin) me got ku em ê neteweperestiya ‘nîjadî, olî û herêmî nekin’. Me got yek al. Yek welat û yek dewlet. Di bin banê nasnameya TC’ê (Komara Tirkiyeyê) de her kes li hemberî dewletê wekhev in. Hindikayî hemwelatiyên vî welatî, yên yekemîn in. Her ferdên 73 mîlyonî yek in û wekhev in.
Îhtîmal heye ku dema bikaranîna vê gotinê jî di 2011’î de biqede. Heta, dibe ku piştî hilbijatinê teqez biqede.
Di vê kategoriyê de têgînên wekî ‘neteweperweriya nîjadî, olî û herêmî’ tune ne. Van wekî neteweperestiya nîjadî, mezhebî û herêmî wergerînî rastir e.
Her tim balkişandina li ser ‘yek alê, yek welatî û yek dewletê’ jî, dibe sedema bibîranîna gotinên rejîma kanûna Takrî-î Sukûn û kanûna Tevhîd-î Tedrîsatê ku bilêvkirina wekî wesfa wê ya ‘tekparêz’ û heyna ‘tek partiyê’ di hişê mirovan de disêwirîne.
Bi tevî ku nêrîn û daxwazeke li dijî vê yekî nîn e, ‘çima ku zimanê fermî tirkî ye’ qîrîna li her bajarî û li ser her kursiyê jî, ji bîlî lidijderketina dewletên demokratîk ên wekî perwerdeya ‘zimanê zikmakî’ û di gelemperiyê de duzimanî pêk tînin nayê wateyeke din. Ji bo Tirkiyeyê ev gotin tên wateya niyeta lidijderkertina mafên rewa yên ji bo bi mîlyonan kurdan. Hemwelatiyên TC’ê ne wekhev û bêvan in. Di xizmeta dewletê de tenê hemwelatiyekî/ê nemisliman heye? Ev çawa wekhevî ye?
Hemwelatiyên me yên ku ne xwedî mafê perwerdeya zimanê zikmakî ne, wê çawa xwe ‘wekhev’ hîs bikin. Ma dibe?
Ku her kes hemwelatiyên yekemîn in, ên duyemîn kî ne? Gotina “’Her ferdên 73 mîlyonî yek in, wekhev in’’ diruşma “bêîmtiyaz, bêçîn, em cemawera pevgirtî ne” naqulqulîne?
Em ê bidomînin. 
 
Wergera ji tirkî : Sebrî Oymak
Siyabend_2004@hotmail.com


*05/01/2011 - Radikal

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îran: Operasyonê rawestînin

ad

Vaye mal û milkê Demîrtaş

ad

Çalakiya “Du ziman digihîjin hev” didome

ad

Îmamoglu: Ez hewl didim kurdî hîn bibim

ad

'Plandanîna Zimanê Kurdî' derket

ad

“Kurdistana Azad”/Başûr çiqas azadîxwaz e!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname