Mîr Qasimlo
1...çi ecêb, te hesretên bi jan afirand û niha tu di zeviya hesretên xwe de tenê yî, bilerize ey hilbijêrê tenhatiyê!!.....
2. Ji bo em berkenînên rûheyv li hev vedin, divê mehwe (atmosfêr) we re fêm kirin da ku em bikanibim bi dengekî berz wiha biqêrin:
Ey sembolên dilpakiyê, hê gelek behr hene ku em ê ravî bidin û çalakiya herî belawelaker ya di wêjeyê de bi serserkî daketina bin erdê ye......xeriqîna wêjeyê di kêliyên ku ziman diteqe û perce perce dibe de pêk tê û wêje gava wêjekar di ayînê de ji xwe diçe, dizê û şax berdide...
3. Avis im. Di zûtirek de ez ê cara çaremîn bizêm, keçikek por gulguliya kurmanc bînim. Bi qasî xweyî bikim, bitêrînim min şerab û eşq heye. Lê ne bawer im ku were fêm kirin û ne bawer im ku mêrê wê yê kurmanc jê hez bike....
4. Her ku em nêzîkê mirinê bibin, em ê girantir lêxin da erd û ezmên di zik û piştên hev re derbaz bibe... Her ku em nêzîkê paxila ruhistin bibin, em ê bejn û bala peyvê bi heybetir awayî bihejînin. Her ku em nêzîkê xwedê bibin, em ê îmana afirîneriya xwe zêdetir nû bikin... Her ku em jihevnehezan û hesudan bibînin. em ê bêtir hezbikin lewra ev fermana yezdanê hezkirinê ye.
5. Dostno, bi rastî min divê raber bikim ku pir zêde bêriya însan dikim. Ew însanê ku ji silavdayîna xwe re li xelatê nagere. Bêriya însanên wisa dikim ku di silavdayînê de ji hizra fêdestendinê derbazkirine....Li siya însanê xweser digerim.....
6. Zimanê min, ji te hezkirin di mizgefta peyvên te yên kurmancî de, ji bejn û bala te ya birîndar re çûna sicûdê ye....
7. Tu ramaneke pîroz û dildayeke efsûnkiriyî li evîngeha min ligel stran û dilopên xwe yên bêhnveker yên nola nêrgizên li baxçeya rûdana te ya sosinî ku ji bo min cihê dîtina bi hesret e pênûsa emrê....
8. Ji kerema xwe re jana min a şîrîn serjêbikin! Lê bila kêra we ji kujeriyê û dostaniyê fêm bike
9. Jiyan bi qasî heye tê jiyîn.....Hûn bi qasî xeyalên xwe hunerwerin...Di rastiya xwe de her însanek wêneyek ji rengê miletê xwe ye..... Tişta ku biastbûn û bêastbûna însan nîşan dide, pêşhukmî û ne pêşhukmiya wî ye... Tişta ku însan li hemberî pêkhatin û bûyeran bêhêz dihêle, lewaziya di danûstendina wî ya bi xwedayê di dilê wî de dinîve de ye...
mir_qasoye_gimgimi@hotmail.com


