logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Tîpên erebî baş in

Bila êdî kes xweliyê neke çavên xwe û ne jî çavên xeynî xwe û berdewam nebêje kurdî yek ziman e. Di rojevê de kurdî bûye

  • Dîrok: 25/01/2011
  • Beş: Serbest

Bedran Ehmed Hebîb

Bila êdî kes xweliyê neke çavên xwe û ne jî çavên xeynî xwe û berdewam nebêje kurdî yek ziman e. Di rojevê de kurdî bûye du ziman: Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn. Ev navlênan jî zêdetir navlênanên zimanzaniyê ne û xelk wan bi asayî bi kar nahîne. Xelkê normal jî ji bo yê jorîn dibêje “Kurmancî”  û ji bo yê jêrîn jî dibêje “Soranî”. Hêdî hêdî dinya bi van rastiyan dihese û wek du ziman ligel danûstanê pê re dike.

Par min çend name ji bo çend dezgehên weşanê yên biyanî şandin û min daxwaz ji wan kir mafê werger û weşanê yên çend pertûkan bi Dezgeha Aras bidin, wan di bersiva xwe de dinivîsîn bo Kurmancî yan bo Soranî?

Bêguman kurdî di bingehê de yek ziman e, wek her zimanekî din şêweyê axaftina navçeyên wê ji hev cuda ye, lê peresendin û pêşketin bi taybet di warê çapemeniyê di nav kurdan de di dawiya sedsala 19ê de, berê her du kurmanciyan ji hev qut kir. Di wê demê de ewên bi zimanê kurdî ve sergerm bûn, rêzimanên cîwaz û ji hev cihê ji bo her du kurmanciyan nivîsîn, ferhengên yek-diyalektî dahênan, ta gihişte zorbeya pisporên zimanê kurdî di zanîngehên Kurdistanê û derve de, niha yek şêwezarî dinasin. Ev bêbernameyiya ji bo kurdî, ziman xiste ber duryan û şêwezarên kurdî rêyên geşbûna ji hev cuda girtin.

Hin caran hewl hebûn ji bo bernamedariya venivîsîna ferheng û rêzimana kurdî, wek mînak ewê Korî Zanyarî Kurd li paş sala 1970 kirî, çendên wek Qenatê Kurdo, Erebê Şemo û Elî Sîdo Goranî ku ne kurdê Iraqê bûn û di Korî de kom bûn. Ew hewldanên rûwalet û şiklî man ji sedema kêmbûna desthilata kurdan di sala 1975ê û pê ve. Ziman û desthilat cot, hevseng û hevta di dîrokê de bi hev re diçin, desthilat çendî bi girift û bê şiyan be ziman jî ew çend bê şiyan dibe. Pisporên zimanê kurdî di qet serdemekê de nikarîn karê xwe yê zimanzaniyê di bernameyekê de kom bikin.

Ev derdê yekem bû, lê derdê duyem ji wê hat ku dewleta Tirk ya nû, zêdebarî qedexekirina zimanê kurdî, di sala 1928ê de alfabeya nivîsê ya erebî bi latînî guhart. Kurdên bakur hêdî hêdî alfabeya erebî ji bîr kirin. Niha ku di van salên dawî de li Tirkiyê derfet bo weşana kurdî çêbû yan jî li diyaspora pertûk, belavok derketin û malperên internet vebûn, nifşê nû tîpên erebî nenase. Ji bo zimanê kurdî derdek bûye du derd: cîwaziya diyalektê û cîwaziya alfabeyê. Niha di rojevê de her du kurmancî wek du ziman xwe dinimînin û agahiya wan ji hev zaf kêm e. Navendeke zimanzanî nîne bikaribe di têgînsaziyê (terminology) de rênmayan bide û bi yek arasteyê bibe ta “eger” kurd pêkhatin û rêkkeftin yek cur tîp yan yek alfabeyê ji bo nivîsê bi kar bînin.

Pirsyarek berdewam ji xwendewarên kurdên bakur ji min tête pirsîn: Gelo ji bo kurdî tîpên latînî yan erebî baştir in? Hindek caran ji vê bêtir: Kengî dest ji tîpên erebî berdidin û têne ser latînî? Ji bo bersiva rast û ron û rewankirina van pirsyaran, bi baweriya min alfabeya erebî bo zimanê kurdî zaf baş e, ji ber gelek sedeman.

Yekem: Wêje û edebiyata kevn a kurdî hemû bi tîpên erebî hatiye nivîsîn: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî, Hacî Qadir, Xanayê Qubadî û ewên din, ku kurdan tenê ev kelepûra hindik heye di warê nivîsînê de. Zimanê evan jî tijî ye bi bêje û biwêjên erebî û farisî. Bi ser wê de jî, di her du zimanên erebî û farisî de û kurdî jî bi ser de, çendîn deng hene ku di alfabeya latînî de beramberê wan nînin. Di vê barê de jî ku nivîseke kevn ya kurdî bi latînî dixwînî pir têj û tama wê û nirxa wê ji dest didî. Ev ji bilî ku çavkaniyên ola îslamê hemû bi tîpên erebî hatine nivîsîn, nezanîna kurdan bi alfabeya erebî, wan ji raboriya wan dadibirre. Zanayên kurd jî di dîroka kevin de bi sedan û renge bi hezaran pertûk di hemû waran de dahênabe, ev beşekî girîng ji mêjû, bîr û kultûra neteweyî ya kurd pêk dihîne, nenasîna alfabeya erebî anku dabirran ji raboriya neteweyî, ayînî û kultûrî.

Hoy û sedemeke din berê min da vê boçûnê, ew jî guhartina sîstema siyasî li Tirkiyeyê. Ev sîstema nû bi berevajî sîstema Mistefa Kemal ku rûyê wî li Ewropa bû, evan rûyê wan li welatên ereb û îslamî ne, roj bi roj di rêya vegera berev binyada resen pêngavan davêjin. Ev veger di hemû waran de berdewam e,  û nîşana wê yekê dide, renge rojek bihê û alfabeya erebî bi fermî vegere Tirkiyê, bi şêweyekî yekcarî nebe jî, bi nîvenîv digel latînî. Bêguman kurd di van pirsên girîng yên Tirkiye de ne biryarder in. Eger dewleta Tirkiyê alfabe guhart bo erebî “Nîv guhartin yan jî temam”, wê demê kurdan jî li xwe digire. Eger pêngaveke wiha ji bo Tirkiye siyaset û ayîn be, ji bo kurdên me yên hejar ji wê zêdetir, yekîtiya netewî ye jî.

Ji bo neteweyekê divê alfabeyek hebe, ji bo kurdan jî alfabeya erebî zaf baş e. Pêşketina gelan bi tîpên nivîsî nabe da em bêjin em hindekê ji dinyaya hejar û nezan ku dinyaya ereb û miliman e, dûr bikevin û ewqas bextewer dibin bo nêzîkbûna ji jiyana serdemiyane û xweşbijî. Çîn û Japonê alfabeyeke wan ya taybet heye û latînî bi kar nahînin, Rûsiya jî bi heman şêwe. Ev welatên han zêdetir pêwendiya wan heye digel rojava û zêdetirî Tirkiyeya ku alfabeya xwe guhartî têkeldarî tîtal û nerêtên rojava ne. Tirkan di guhartina alfabeyê de ji zêdetirî ziyanê çi qezenc nekirin, kurdan jî ji bo guhartinê çi handerek nîne. Em nikarin dîrokê birenin û cografiya biguherin ta bibin mirovekî din û Kurdistan jî bibe tenişta Ewropa, ne jî dikarin ayînê biguherin.

Wek em dibînin dinya çendî berev pêş diçe û jiyan rojane di hemû aliyan de çawa geş dibe, ayîn wekxwe di cih de tête sepandin. Siyaseta Mistefa Kemal di vî warî de hîç armancek pêk neanî, kurdên Tirkiye jî hîç sûdek ji guhartina alfabeyê nedîtin ta ku bibe binaz bi ser kultûra kurdî de, bi berevajî ji kelepûra bav û bavpîran dabirrî.

Yekgirtina zimanê kurdî berî hemû tiştî ji wê de dest pê dike, kurd vegerin ser alfabeya erebî. Ji bo yekgirtina neteweyî jî her ev divê. Eger bixwazin ev rastî ye, nexwazin jî ne kêşe ye, lê ji ber vê boçûnê bila agir bi kesî nekeve.

Ji AKnewsê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê

ad

TZPKurdî ji bo ziman li Batmanê mîtîngê li dar dixe

ad

Şîrîn yan şêrîn?

ad

Kurê Serokwezîr: Ez karekî nabînim ku bixebitim

ad

Pirs: Çend kes dikarin siwarê bisqilêtek bibin?

ad

Li Misrê Festîvala Fîlman a Jinan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname