logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Lîsteya kesên ku beşdarî Komxebatê bûne

Di 21-24’ê reşemiya 2011’an de “Komxebata Peyv û Têgehên Bajarvanî û Rêveberiyê” hat lidarxistin, ev kes beşdar bûn:

  • Dîrok: 31/01/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Azad ZAL

Wekî her tiştên din di nûçegihaniyê de jî hê em kurd negihîştine asta standard ya navnetewî ya pêşketî.  Ev di qada weşan û çapemeniyê de wekî problemeke girîng xuya ye.

Ji aliyê nûçegihaniyê ve tiştê herî girîng ew e ku nûçe, agahiyên ku têne dayîn bê kêmasî û tekûz bin. Divê ku xwendevan ango şopînerê/a nûçeyê bi awayekî zelal û temam bikaribe agahiyên di derbarê bûyera ku pêk hatiye û bûye mijara nûçeyê ragihîne û ji aliyê têgihîştinê ve têr bibe.
Di navbera 21-24’ê Reşemiya 2011’an de “Komxebata Peyv û Têgehên Bajarvanî û Rêveberiyê” hate lidarxistin. 
Li ser vê komxebatê nûçeyên di rojname û malperên kurdî de derketine bi vî rengî ne:

• 
http://www. e-weje. com 21.  01.  2011 bi sernavê “Civîna ji bo termên birêvebiriyê”: “…. Şaredariya Mezin a Amedê û Enstîtuya Kurdî a Amedê ji bo term û têgehên birêvebiriya şaredariyê û çandê civîneke berfireh li darxistin.  Civinê îro dest pê kir û dê sê rojan (21-22 û 23) dom bike.  Ji derî nivîskar û zimanzanên kurdên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê, ji Başûr, Rojhilat û ji Başûrê Biçûk bi qasî 20 kesan beşdar dibin.  …… İro danê êvarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê birêz Osman Baydemir jî demeke kurd beşdarî civînê bû, silav û bixêrhatinî da beşdaran û ji civînê re serkeftinê xwest.  Di nav beşdaran de kesên wek Behrûz Şucacî, Mazlum Dogan, Samî Tan, Zana Farqînî, Azad Zal û nivîskarê malpera me e-weje. comê Amed Tîgrîs jî hene…. ”

• Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 24. 01. 2011, bi sernavê “Ji Tzpkurdî Li Ser Têgehên Îdarî Komxebat”: “…. . TZPKurdî bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî li dar xist.  …Piştî biryara jiyana duzimaniyê saziyên kurd ji bo safîkirina hin aloziyên di ziman de zend û bend badan.  Di vê çarçoveyê de li ser têgehên îdarî yên di zimanê kurdî de komxebat hate lidarxistin û nîqaş li ser tevliheviya termînolojiya kurdî hatin kirin.  …. Serokê Ensîtûtiya Kurdî ya Stenbolê û Zimanzan Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, Nivîskar Feratê Dengîzî, Nivîskar Dîlawer Zeraq, Nivîskar Servet Denîz, nivîskar Mehmûd Neşîte ku xebatên xwe bi zazakî dimeşîne û Nivîskar Sabahattîn Gultekin tevli komxebatê bûn…. ”

• Azadiya Welat; 24. 01. 2010 bi sernavê “Termînolojiya siyaset û brokrasiya Kurdî”: “…. ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo termînolojiya peyv û têgihên bajarvanî û pergala birêvebirina şaredariyê komxebatek hate lidarxistin.  Çar rojan komxebat dewam kir û ji bo avakirin û sazkirina termînolojiya siyaset û brokrasiya Kurdî destpêkeke baş bû…. ”

• Diyarname; 27. 01. 2011 bi sernavê “'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'”: “…. Di navbera 20-23'yê vê mehê de li Salona Sumerparka Amedê bi pêşengiya TZPKurdî komxebateke hate li dar xistin.  Di komxebatê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Feratê Dengîzî, Dîlawer Zeraq, Servet Denîz, Mehmûd Neşîte, Mazlum Dogun, Sabahattîn Gultekin, Mem Mîrxan û gelek nivîskarên din amade bûn…. ”
• Diyarname; 27. 01. 2011 bi sernavê “Vane 269 termên îdarî yên hatine standardkirin”: “…. Ji bo standardkirina termên ku di şaredariyê de têne bikaranîn li Amedê civîneke li dar ket.  Di civînê de nivîskar, zimanzan û rewşenbîrên kurd li ser van terman dîtinên xwe anîn ziman û di encamê de biryar hatin girtin…. ”

• 
http://www. e-weje. com 27. 01.  2011 bi sernavê “Li Amedê civîna li ser termînolojî”: “…. Li Amedê di navbera 21-24ê vê mehê de ji aliyê Enstituya Kurd a Amedê û Şaredariya Mezin a Bajarê Amedê ve civîneke li ser termînolojiya birêvebiriya şaredariyan hat li dar xistin.  Ji Bakur, Rojhilat, Başûr, Başûrê Biçûk û metropolên Tirkiyê gelek zimanzan, nivîskar û mamosteyên kurdî beşdarî vê civînê bûn.  Nivîskarê malpera me Amed Tîgrîs jî beşdarî civînê bûbû.  Civîn ji sê beşan pêk dihat: termên birêvebiriya Şaredariyan, muzîka kurdî û şanoya kurdî…. ”
• Azadiya Welat; 28-01-2011 bi sernavê “Komxebata Hêja”): “…. Komxebata ku bi tevlibûna Serokê Ensîtûtiya Kurdî ya Stenbolê û Zimanzan Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, Nivîskar Feratê Dengîzî, Nivîskar Dîlawer Zeraq, Nivîskar Servet Denîz, nivîskar Mehmûd Neşîte ku xebatên xwe bi zazakî dimeşîne û Nivîskar Sabahattîn Gultekîn hatiye lidarxistin de li ser hemû beşên îdareya şaredariyan, li ser têgihên muzîk, sînema, wênesazî û govendê xebateke gelek xurt hate kirin…. ”
Ev komxebat wekî bûyerekê pêk hat û hêja bû ku bibe mijara nûçegihaniyê.  Lê gava ku bûyer bêne şopandin û ji bo ku xwendevan, an jî şopînerên nûçeyê baş fêm bikin divê ku bi hemû aliyên xwe ve bûyer bê şopandin û bê hunandin û piştî wê jî bê servîskirin.  Divê ku nûçe li ser pirsên wekî; “ÇI, ÇIMA, ÇAWA, KÎ, KÎNGA, LI KU” bê temamkirin û bê hunandin.  Dema ku mirov li van çavkaniyên nûçeyê yên jorê yek bi yek dinêre çend pirs têne hişê mirov. 
• Komxebat ji aliyê kê ve hatiye lidarxistin? TZP Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê…
• “Ev komxebat gelek girîng e…”, lê mirov dê çawa ji van nûçeyan derîne ku girîng e?
• Çend kes bi kîjan nasnameyê beşdarî vê komxebatê bûn?
• Ji her çar aliyên Kurdistanê beşdarî çêbû; kî ji kêderê beşdar bû?
• Nîqaş û guftûgo di kîjan astê de bi çi awayê hatin kirin?
• Encamê/n vê komxebatê çawa tê/n nirxandin?
Ev pirs di van çavkaniyên vê nûçeyê de têr û tije bersiva xwe nabînin.  Xebatên ku ji bo ziman têne kirin gelek girîng in.  Bi qasî wan xebatan ragihandina wan a baş û dirust jî girîng e.  Ji bo wê jî divê nîqaşên hûr û kûr bêne kirin.  Pirsa pêşî; kî beşdar bûn?

Lîsteya beşdaran:
Abduselam Oncu (Mamosteyê Beşa Dîroka Hunerê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Amed Tîgrîs (Nivîskar, Lêkolîner, Perwerdekar- Swêd),
Arjen Arî (Nivîskar- Amed/Tirkiye),
Arşek Baravî (Lêkolîner, Nivîskar- Amûdê/Sûriye),
Azad Zal (Lêkolîner, Nivîskar, Mamosteyê Beşa Kurdî ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Bariş Seydvan (Mamosteyê Beşa Wêneyê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Behrûz Şucaî (Akademîsyen-Zanîngeha Uppsalayê- Swêd),
Cevahir Sadak (Gerînendeya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Dilawer Zeraq (Nivîskar, Mamosteyê Beşa Kurdî ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Emîn Yalçinkaya (Şanoger, Nivîskar, Mamosteyê Beşa Şanoyê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Enîse Şîrîn Cager (Nivîskar- Amed/Tirkiye),
Feratê Dengizî (Nivîskar- Amed/Tirkiye),
Kadrî Avci (Lêkolînerê Dîroka Hunerê- Amed/Tirkiye),
Mahmûd Nêşite (Nivîskar, Berpirsê Koma Vateyê yê Amedê- Amed/Tirkiye),
Mazlûm Doxan (Lêkolîner, Nivîskar-Hewlêr, Silêmanî/Herêma Kurdistanê),
Mehmet Çakmak (Nivîskar, Mamosteyê Konservatuara Cegerxwîn- Amed/Tirkiye),
Mehmet Şahîn (Nivîskar- Amed/Tirkiye),
Mem Mîrxan (Nivîskar, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin- Amed/Tirkiye),
Mursel Kaya (Mamosteyê Beşa Govendê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Omer Fîdan (Wergêr, Mamoste- Amed/Tirkiye),
Pirjîn Mizûrî (Akademîsyen, mamosteya zanîngehê ya îngilîzî -Zanîngeha Uppsala/Swêd),
Ruknedîn Gun (Mamosteyê Beşa Şanoyê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Samî Tan (Zimanzan-Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol/Tirkiye),
Sebahattîn Gultekîn (Nivîskar, Mamosteyê Beşa Kurdî ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Serkeft Botan (Nivîskar- Amed/Tirkiye),
Şerko (Mamosteyê Beşa Muzîkê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Serwet Denîz (Lêkolîner, Mamosteyê Beşa Kurdî ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye),
Seyîd Celal Nîzamî (Nivîskar, Lêkolîner – Urmiye/Îran),
Tayip Temel (Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê- Amed/Tirkiye),
Weysî Varli (Lêkolîner, Muzîkjen- Amed/Tirkiye),
Zana Farqînî (Ferhengnas- Stenbol/Tirkiye),
Zeynel Dogan (Mamosteyê Beşa Sînemayê ya Konservatuara Aramê Tîgran- Amed/Tirkiye)

Xebatên ku ji bo ziman têne lidarxistin gelek girîng in û divê ku mirov li ser wan raweste, li ser wan hûr bibe û bi dorfirehî nîqaş bike.  Em ê li ser vê mijarê nîqaşa xwe bidomînin.

azadzal@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vê carê konsera Akkaya betal kirin

ad

Platforma Zimanê Kurdî bang kir: Li her derê kurdî biaxivin

ad

Li Amsterdamê Rojên Fîlmên Kurdan li dar dikeve

ad

Ji girtîgehê oteleke luks çêkirin

ad

Xelata Nobelê ya Fîzîkê dan japon, alman û îtalyanekî

ad

Dilopa 15'an niqutî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname