logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

‘Fîlozofê xwezayê’ Apê Mûsa

Sala 2020’an her çiqas di hafizaya civakên li vê dinyayê wê cihekî xwe yê mustesna tune be jî, jiyan bi awayekî diberide

  • Dîrok: 03/06/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ramazan Olcen 

Sala 2020’an her çiqas di hafizaya civakên li vê dinyayê wê cihekî xwe yê mustesna tune be jî, jiyan bi awayekî diberide. Vîrusa koronayê, şer, pevçûn, xizanî, birçîbûn, mirin, êş û azar; helbet hindik be jî car bi car şadî û bextewarî hebana sala 2020’an bi ew qas hest û dilînên cihê devedev tijî bû. Yekûn û barekî belkî jî mirovahî nikare rabike hemû ketin nav salekê ku ev sal hêj dawî lê nehatiye.

Dema em zarok bûn û dinya têra xwe mezin bû îlla me rêyekê peyda dikir ku em xwe bi xwe sebra xwe bînin. Hema em ji nav malê direviyan ber bi baxçeyan ve. Ne bi tenê em direviyan hevalên me giş direviyan. Ji ber ku jiyan, ziman, tevgera mezinan em aciz dikirin (îro em jî mezin in û jiyan, ziman û tevgera me zarokên me aciz dikin ku ev paradokseke mezin e).

Em li derve hîn bûn. Em li derve bûn civak, me bi lîstikan hev nas kir û xwe nas kir. Îcar ez ê li vir behsa kesayetekî bikim ku ew wî zarokê di nav dilê xwe de ti carî nehişt mezin bibe. Ez ê li gorî xwe hinek behsa Apê Mûsa bikim. Apê Mûsa wî çinarê mezin îsal bû 100 salî. Te dî ji bo edîban, hunermendan, siyasetmedaran van salrojên qerase bi seremoniyan tên xemilandin. Îcar her çiqas bi seremoniyek ne be jî em nifşa sisêyan a çapemeniya kurdî bi minnetdarî vî felyesof û xwezahezê kurd yad dikin.

Ew bi serê xwe pireyek e di navbera nifşa yekem û nifşa sêyem de. Ew hafizayeke xurt a çapemeniya kurdî bû jî. Di heban û tûrikê wî de li kêleka mewijkên tore teqez hin peyv û gotinên devê me pê şîrîn dibû jî hebûn. Wî tu carî zimanê xwe neherimandibû. Zimanekî welê ku dema pê li hemberî ‘dijmin’ jî diaxivî, bi wan gotinan zimanê serdest lal dikir. Bersivên welê dida ku ‘mezin-serdest’ şaş û metel dima.

Li yewnana antîk beriya serdema feylefosiya fermî serdemek heye û hin kesayetên wê serdemê hene ku sere xwe bi bûn û bi beridîna bûnê ango hebûnê êşandine. Ji wan re dibêjin feylesoyên xwezayê. Ew kes bûne hîmê felsefeya cîhana rojavayî. Îcar Apê Mûsa hem feylesof û hem jî xwezayî bû. Ew serê xwe ji bûn û hebûnê wêdatir li ser armanca hebûnê ango li ser azadiyê diêşand. Îcar ne li ser azadiya şexsî jî li ser azadiya qewmekî ku hê jî di çavê serdest û mezin de ‘lanetiyên dinyayê’ tên dîtin.

Em îro roj bi minetdarî wî bi bîr tînin û hewl didin ku bi layiqî li ser şopa wî û hevalên wî bimeşin. Em gelek caran xwe bi xwe jî mitale dikin û dibêjin, em ê zimanê serdemê çawa biafirînin, em ê rêwiyên rêya felatê çawa zêde û xurt bikin. Ziman, nuktedanî, moral, motîvasyon têra xwe li cem Apê Mûsa dibe mamûl. Ma ne gotine: “Şev ti carî ne rip î reş e.” Em çiqas bikaribin rêpîvana wî esas bigirin, ango em çiqas bikaribin xwe bigihînin û yên di hebana xwe de bikin malê gel û parve bikin, em ê ewqas hebûna xwe nêzî azadiyê bikin. Yan na di bûnê de mayîn hinekî jî genîbûn e.

01/06/2020, Xwebûn

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo mafên mirovan Rojên Belgefîlman

ad

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

ad

Reqîbên Amed, Batman, Diyarbekir, Van Sporê diyar bûn

ad

Di Kongreya Amed Sporê de dê çi biqewime?

ad

Li Yewnanistanê çi diqewime -2-

ad

Evrensel 25 salî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname