Diyarname
Amed Sporê gere 12'yê mehê kongre li dar bixistina lê ji bo 19'ê mehê hat bipaşvexistin lê vê carê ji ber vîrusê hat betal kirin.
Li ser vê yekê Klûba Amed Sporê daxuyaniyek weşand û got ku wan ji ber biryara Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ku ji ber vîrusa koronayê biryara qedexekirina civandinê dabû nikarîne bicivin loma kongre bi paş ve xistine. Daxuyanî radigihîne ku dê roja 2'yê gelawêjê kongreyê li dar bixin, ger piranî çênebe bi heman rojevê roja 9'ê gelawêjê saet 14'an de li Salona Kongre ya Şeyhmus Ozer kongreyê çêbikin.


