KERKÛK
Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog, li bajarê Kerkûkê pêşangehek pirtûkan vekir. Amdekarê pêşangehê diyar kir ku ew dixwazin bi vê yekê bala xwendevanan bidin ser xwendina pirtûkan.
Êvara 22'yê mehê li navenda Time Mol ya li taxa Rehîmawa ya li Kerkûkê, pêşangehek pirtûkan ji aliyê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog ve hate vekirin. Di pêşangehê de bi dehan pirtûkên bi mijara xwe siyasî, hunerî, rewşenbîrî, wêjeyî û felsefî hatine pêşkêş kirin.
Derbarê vekirina pêşangehê de yek ji amadekarê pêşangehê Mihemed Berzan ji bo Rojnewsê wisa gotiye; “Em wekî navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog, her sal wekî çendek di bêhndana dibistanan de pêşangeha pirtûkan vedikin. Di pêşangehê de pirtûkên kurdî, erebî û îngilîzî hene, her wiha bi nirxek erzantir têne firotin.”
Pêşangeh 3 rojan her roj saet di navbera 10.00-23.00'an de vekiriye. Berzan dibêje ku ew dixwazin xwendevan berê xwe bidin pirtûkan û xwendinê.
.jpg)


