Diyarname
63'yemîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 24-31'ê kewçêrê de li dar dikeve. Festîval îsal Xelata Rûmetê dê bide lîstikvan Menderes Samancilar û Tilbe Saran.
Lîstikvan Menderes Samancilar ev 50 sal in di nav karê sînemayê de ye. Heta niha wî li dor 100 fîlmî û rêzefîlmî de cih girtiye. Wî di sala 1989'an de li bi rola di "Sis" li Porteqala Zêrîn xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî, di sala 2016'an de bi "Babamin Kanatlari" xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû.
Ji bilî van jî Samancilar li festîvalên Edene, Frankfurt û hwd jî xelat girtibûn.
Lîstikvana şanoyê Tilbe Saran heta niha di gelek lîstikên şanoyê de, her wiha di gelek fîlman de rol girtiye. Wê di sala 2011'an de li Porteqala Zêrîn bi fîlmê "Zenne" xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî girtibû.


