Amed
Kayûmê Kayapinara Amedê 10 hezar pirtûkên li pirtûkxaneya li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn belav kirin. Tenê dor 300 pirtûkî mane.
Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn di sala 2010'an de ji aliyê Şaredariya Kayapinara Amedê ve hate vekirin. Di navendê de xebatên çandî, wêjeyî dihatin kirin. Her wiha li navendê pirtûkxaneyeke jî hat vekirin ku li dor 10 hezar pirtûkên bi kurdî û tirkî li ser felsefe, wêje, dîrok, huner, helbest, çanda giştî, zanist û lêkolînê hebûn. Li ser vê yekê Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçeyeke weşand û diyar kir ku niha pirtûkxane vala maye.
Nûçe radigihîne ku ligel ciwanan gelek kesên din dihatin sûd ji pirtûkxaneyê digirtin lê piştî di sala 2016'an de Qeymeqamê Kayapinarê Mustafa Kiliç wekî kayûm hatiye ser ker pirtûkxaneyê qîmeta xwe winda kiriye. Nûçe dibêje niha ji 10 hezar pirtûkên li pirtûkxaneyê tenê li dor 300 heb li wê derê mane û yên din çi bi wan hatiye kes nizane.
MA diyar dike ku ligel vê pirtûkxaneyê ji Pirtûkxaneyên Gel ên li taxên Peyas, Firat, Medya, Mezopotamya û Barişê pirtûkên heyî hatine berhevkirin, ew hatine windakirin û wisa didomîne: "Kayûm Kiliçê ku refên pirtûkxaneyan vala kirine, xwendekar mexdûr kirine, ev pirtûk wekî amûrên sûcê nîşan dane di sala 2017'an de bi gotina 'karên ne li rê' kirine ji peywirê hat girtin. Di 31'ê adara 2019'an de dema şaredarî dîsa kete destê HDP'ê refên pirtûkxaneyan dîsa hatin dagirtin lê piştî Hevşaredara HDP'yî Keziban Yilmaz hat binçavkirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve ji kar hat dûrxistin xebat dîsa rawestiya."
Nûçe dibêje Unal Koçê ku wekî kayûm hat tayînkirina polîtîkaya berhevkirin û belavkirina pirtûkan domand û wisa dibêje, "Di pirtûkxaneya 600 metreqorzî de ji 10 hezar pirtûkan il dor 300 pirtûkî mane. Xwendekarên ku diçûn pirtûkxaneyên û dixebitiyan ji vî mafî bêpar man."


