logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

'Em ê tirsê têk bibin!'

“Em ê tirsê têk bibin!” slogana me ya sereke bû. Me di her civînên bi gel re, ev slogan dubare dikir. Sloganê wêrekî did

  • Dîrok: 07/07/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Osman OZÇELÎK

“Em ê tirsê têk bibin!” slogana me ya sereke bû. Me di her civînên bi gel re, ev slogan dubare dikir. Sloganê wêrekî dida me. Diviya em netirsiyana û me bi wêrekî biajota ser neheqîyan û zilmê. Têkoşîna azadiyê ne karê tirsonekan bû. 

Gelê me tirs têk biribû.

Mixabin me neyar qenc nas nedikir. Me ê gav bi gav hovîtiya neyar bidîta. Ji bo em bitirsin dê gelek sedem derketina holê. Belê me dizanî şikandina tirsê, bi xwespartina girseya gel, pêkan bû. 

Li Stenbolê me dest bi rêxistinkirina gel û avakirina navçeyan kir. Gel bi coşeke bilind em pêşwazî dikirin. Tecrubeyên me yên rêvebirina partiyeke legal pir kêm bûn. Wekîlên me jî di nav de, me kêm kesan di rêvebertiya partiyeke siyasî ya legal de kar kiribûn.

Pergala dagirkeriyê, li welatên dagirkîrî, ne tenê nirxên madî yên sererd û binerd; çand, huner, dîrok û ziman jî talan dikin. Bixwebawerî, nasîna berjewendî, qabîliyeta rêveberiya civakê ya mirovên welatê dagirkirî pûç dikin. Çiqas nezan, çiqas bêhiş bin jî, xwe şareza didin qebûlkirin. Serdestî wisa tê domandin.

Me di peydakirina rêveberiya navçeyan de gelek zahmetî kişand. Me doza rêvebertiyê li kê bikira ji xebatê nedireviyan, belê pirtirên wan digotin, “Em nizanin, em nikarin… Hûn bikin, em li pêy we…” 

Axirê, bi xebateke şev û roj, bi kedeke mezin, me di nava pênc şeş mehan de li Stenbolê pirtirên navçeyan saz kirin. Hevalên me yên ku serokatiya navçeyan qebûl kiribûn û bi fedâkarî kar dimeşandin wisa bûn:

Dilaver Eren (Şişli), Latif Epozdemir (Eminonu), Adnan Şenol (Zeytinburnu), Abdurrahman Demir ( Kadikoy), Huseyin Altun (Silivri), Şemsettin Polat (Beyoglu), Niyazi İletmiş (Uskudar), M.Ali Sariçimen (Kegithane), Ercan Sezgin (Bakirkoy), Yaşar Kilerci (K.Çekmece), Serap Mutlu (Sariyer), Nusret Turkkan (Kartal), Hakki Çetin Ozdemir (Pendik), İsmet Erdemli (GOP), Zeki Aktaş (Beşiktaş), Hikmet Can Ozdemir (Fatih), Orhan Kaya (Buyuk Çekmece-Esenyurt), Ali Aslan (Umraniye), Mehmet Olçer (Yalova)

Dê paşê jî navçeyên; Bayrampaşa, Adalar, Şile û Eyüp jî bihata birêxistinkirin.

Li Kurdistanê şer giran dibû. Dewlet, ji serhildaneke wisa re ne amade bû, nema dikarî ji heqê şervanan derkeve. Pergala dewletê serobin dibû, otorîteya dewletê hildiweşiya. Dewletê bi navê “Koy Koruculugu” pergalek ava kiribû. Dê gundiyan çekên dewletê hildana û qaşo dê gundên xwe ji “terorîstan” biparastina. 

Dewletê du rê dida ber gundiyan. An dê derketina serê çiyan şerê dewletê bikirana, an dê çekên dewletê hildana, şerê “terorîstan” bikirana. 

Polîtîkaya dewletê ya sedan salan, di nava eşîr û malbatên kurdan de nakokî, hesûdî, dijberî ava kiribû. Eşîrên ku li pêy heyfhilanîn an zordariyê li eşîrên dijberên xwe bikin, fersendek bi dest xistibûn, dê bi alîkariya hêzên dewletê, dijberên xwe tune bikirana. Di ser de, dê meaş bigirtina, dê dest danîna ser mal û milkên dijberên xwe. 

Hinek eşîrên ku destên wan ji mal û milkên wan nedibû û nedixwestin bi çolan bikevin, bê dil be jî, çekên dewletê hilda bûn. Di nav wan de eşîrên ku berê wekî welatparêz dihatin naskirin jî hebûn.

Gundiyên feqîr, xizan û nezan jî, ji naçarî û bi timaya meaşekî biçûk ketibûn xefika dewletê, bûbûn dijminê qewmê xwe.

Gundên ku nedixwestin çekên dewletê hildin dihatin şewitandin dihatin wêrankirin. Ji Kurdistanê bi mîlyonan mirov gundên xwe terk dikirin, li bajarên mezin belav dibûn.

Ji bo rawestandina şer û aştiyeke bi rûmet, gel hêviyeke mezin ji HEP'ê dikir. 

Şer, zilm û zora li ser gel, îşkenceyên li girtîgehan dibû sedema çalakiyên radîkal. Li bajaran jî grevên birçîbûnê dest pê kiribû. Avahiyên HEP'ê bûbûn wargehên grevên birçîbûnê. Li avahiyên partiyê bi rojan grev didomiya, xebatên me betal dibûn. Beşdarên grevên birçîbûnê bi tundî partî rexne dikirin ku çima em tiştekî nakin. 

Me dikarî çi bikira, me jî nedizanî. Ji destê me çi dihat? Hêj me nikarî di wextê de mehaneya avahiyên xwe, fatoreyên telefonên partiyê bida. Daxuyaniyên ku me dida çapemeniyê, bi ber bê ve diçû, çapemeniyê em tune dihesibandin. Ciwanên ku hêviya wan ji partiyê nedima, qefle bi qefle derdiketin serê çiyan.

Rewşa karkerên bajaran jî her diçû xerabtir dibû. Em rojekê li serdana grevên karkerên fabrîqeyan, rojekê li sersaxiya malbateke kurd bûn. Di partiyê de, hêdî hêdî pirsgirêkên navxweyî jî rû dida. 

Di serê Tebaxa/Tîrmeha 1990'an de, Iraqê Kuveyt dagir kiribû. Amerîka bi 37 dewletan re koalîsyonek ava kiribû û di serê 1991'ê de êrîşî Iraqa Seddam kiribûn.

Serokwezîr Turgut Ozal dixwest tevlî koalîsyona Amerîka bibe ku bi artêşa xwe bikaribe bikeve Iraqê. Çavên wî li petrola Kekûk û Mûsilê bû, hêvî dikir ku Iraq parçe bibe, Bakurê Iraqê (wisa digotin) ango Başûrê Kurdistanê bi Tirkiye ve were girêdan.

Me dizanî heke Tirkiye beşdarî şer bibe, dê Kurdistan bibe qada şer û dê tu tişt bi dest kurdan ve neyê berdan. Ji xwe ji niha de Seddam gefên giran li kurdan dikir.

Kurdan Seddam nas dikirin, birîna Helebçeyê hêj nekewiyabû. Seddam bi bombebarana kîmyewî pênc

hezar kurd kuştibûn, jê bêtir jî birîndar mabûn. Ji tirsa bombebarana kîmyewî ya Seddam, li bajarên nêzî tixûbê Iraqê gel an mala xwe diterikandin an derî û pencereyên xwe bi naylonan dipêçan, maskeyên xazê peyda dikirin. Wisa bawer dikirin ku dê bi naylonan xwe ji xazên kimyewî yê Seddam biparêzin. Diviya em li hember şer derketina. Navenda HEPê li dijî şer daxuyaniyên tund didan. 

Serokê şaxê SHP'ya Stenbolê Ercan Karakaş, bi rêya telefonê pêşniyazek ragihand min. Gotibû, “Heke hûn jî bixwazin, em serokên partiyên Stenbolê dikarin li dijî şer kampanyayekê vekin, bi hev re li dijî şer, xebatan bikin.” Bi dilê min jî bû. Me ê derveyî ANAP û MÇP (MHP ya îro) ev pêşniyaza xwe bibira hemû partiyên Stenbolê. 

TBKP (Turkiye Birleşik Komunist Partisi), YP (Yeşiller Partisi), SBP (Sosyalist Birlik Partisi-ya Sadun Aren), DYP  (Dogru Yol Partisi ya S.Demirel), SP (Sosyalist Parti ya D. Perinçek), RP (Refah Partisi ya N. Erbakan) hemûyan qebûl kirin. Tenê DSP'ya B. Ecevit ji navenda xwe destûr negirtibûn. 

Civîna yekemîn li Sharaton Otel li dar ket. Civîna duyemîn li SHP'yê û heftê carekê em li partiyekê diciviyan, piştî her civînekê me li dijî şer daxuyaniyek dida çapemeniyê.

Di civîna li “Refah Partisi” (28.01.1991) de bi hevdengî biryarek derket holê: Me ê bi navê “Meşa Aştiyê” çalakiyek lidar bixista. Wîlayetê destûr neda. Me TRT û Televîzyona Magic Box ziyaret kir ku ew, dev ji propagandayên şer berdin.

Me daxuyaniyeke tund amade kir. Em ê ji Eminonu heta Taksimê bê destûr bimeşiyana, bi meşê re dê daxuyanî bihata belavkirin. Ercan Karakaş wekî berdevkê çalakiyê, ez û Recep Tayyip Erdoğan jî wek berpirsê ewlehiyê hatin hilbijartin.

Meşa me bê pirsgirêk derbas bû, em nehatin binçavkirin û doz li me venebû. Çalakiyên me heta bidawîbûna şerê kendavê domiya.


 Serokên partiyên Stenbolê li navenda “Refah Partisi” -28.01.1991, Ji çepê ber bi rastê yên şipiya: 1-Ercan Karakaş (SHP) 2-Osman Ozçelik (HEP) 3-Mustafa Birçek (SP) 4- Recep Tayyip Erdogan (RP) Ji çepê ber bi rastê, yên rûniştî: 1-Zeynep Vardal (TBKP) 2- Turkan Başer Kafaoglu (YP) 3-… (SBP) 4- Recai Diblan (DYP) 

 

Di dawiya meha sibatê de, koalîsyona navdewletî, Seddam ji Kuweytê derxistin, cirmê şer (tezmînat) jê wergirtin.

Recep Tayyip Erdogan ê aştîxwaz, niha Serokkomarê Tirkiye ye. Agir ji devan diçe. Bakurê Suriye dagir kiriye, balafirên wî li Lîbyayê şer dike, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û tu kes nikare wî rawestîne.

Dogu Perinçekê sosyalîst (!), niha bi MHP'ya nijadperest re bûye yek, destekê didin Erdogan, li pey tunekirina kurdan e.

HEP'a sih sal berê, niha bi navê HDP bûye partiya sêyemîn a mezin û hêj li pêy azadî û aştiyeke birûmet e.

Di nivîseke din de ez ê sedema îstîfa xwe ya ji serokatiya şaxê Stenbolê binivîsim… 

06.07.2020, Rupel

**

Têbiniya Diyarnameyê: Ev wekî beşa duyemîn a "Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê" ye. Sernav me guhart. Beşa yekem:

- Salvegera 30'emîn a avakirina HEP'ê


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji Cizîrê hin dîmen

ad

Nivîskarên kurd: Bila dawî li xwîn û kuştinê bê

ad

Ji bo piştgiriya Ayşe Gokhan

ad

Nifşê yekem ê kurdên koçber bû pirtûk

ad

Berê jinan mêr dixwestin

ad

Şaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname