logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Sîrêja mêşan formul: TRT 6

Li ba me ji şireya daran, bi taybetî ya dara kenêrê ku wekî zamq ji bo zeliqandinê tê bikaranîn re sîrêj (şîrêj) dibêjin

  • Dîrok: 24/02/2011
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç 

Li ba me ji şireya daran, bi taybetî ya dara kenêrê ku wekî zamq ji bo zeliqandinê tê bikaranîn re sîrêj (şîrêj) dibêjin. Dema ew di germê de nerm dibe, kîjan mêş li ser wê datîne, pêve dizeliqe û dimîne. Li Ewropayê jî bandeke zeliqandinê ya bi bêhna teybet hilberîne, ew wê di odeyekê de darve dikin, dema mêş bêhna wê digirin, diçin, pêve dizeliqin. Ev formûla şerê pîsîkolojîk ya dewleta tirk jî ev erk wergirtiye.
Berê ku em vegerin mijara vê formulê, em hinekê şerê pîsîkolojîk vekin wê baştir be; ev: Ji bo di armanca xwe de serketinê: bi alîkariya agahiyên dijber, por û poşandî, bangeşî û halanên xapandinê hîtabê giyan, tevger, têgihîştin, hest, mêjî û giyana mirovan kirine.
Armancên şerê psîkolojîk yên civakî, navnetewî, polîtîk û îdeolojîk hene. Ew tu nirxeke mirovahiyê nanase, bêwijdan e, xiniz e. Di vê bangaşiyê de, gefxwarin, tirsandin, kotek, xugî, kirîn heta ji holê rakirin jî heye. Bêbextî û sextekarî rojane ye.
Heta gelek caran, bi navê bindestan, bi navê welatparêziyê, bi navê rewşenbîriyê, azadî û aqilmendiyê jî vê bangaşiya psîkolojîk bi rê ve dibin. Wekî mînak; mijara vê sirêja mêşan wekî saziyeke kurdan be, pêşkêş dikin. Hunermendan, nivîskaran, polîtîkwan û bedewan jî ji bo vê armancê bikartînin.
Nûray Mert di nivîsa xwe ya bi serenavê “Kurdên baş û kurdên nebaş” (Milliyet) vê mijarê vedike. Wisa dibêje: “Do kurdên baş yên tu tiştek nedixwest, li kurdiya xwe xwedî dernediketin bû…. Têza kurdên baş yên îro ku di nava perspektîfa serkariyê (serkariya AKP ji min) de li mijara kurdan dinêrin jî derdikeve ser heman rêyî. … Dibêjin BDP û yê li pişt wê kurdan temsîl nake…”
Banû Nuray rastiyekê destnîşan dike. Lewra Erdogan tim dibeje: “Ez û partiya min em kurdan temsîl dikin.”
Heman tiştî: S. Elçî  û komikên din jî li ser hev ev dubare kirin. Ev partî, komik, malperik û hwd. ne tenê gotinên Erdogan during dikin, bi her awayî di bin perê wê de ne. Rasterast bûne pareke şerê psîkolojîk û qirêj. Berê hin saziyên dewletê çêr, dijûn dikirin û herî davêtin Tevgera Azadî. Niha jî komik kes û malperên bi navê kurdên stûkurspî hatine vekirin vî erkî wergirtine. Karê wan çêr û reş kirin, êrîşê kesayetiyên Tevgera Azadî kirin e. Di vî warî de ji xetên nemirovî jî derbasbûne.
Dema zarokên filistînê li kuçeyan kevir davêjin îsraîliyan, bi aliyê wan ve wekî qehreman tên destnîşan kirin. Lê kava zarokên kurdan heman tiştî bikin jî, vê wek xinizî û terorîtî nîşan didin. Murad Ciwan jî bi zimanê Erdogan û şerê taybet nivîseke reşkirinê li ser zarokên kurdan nivîsî bû, ku kekê Perwîz Cihanî bersiveke têr û tijî dabû wî.
Dîsa di vê mijara hunermend de jî ev mijara şerê pîsîkolojîk pir baş hate bikaranîn. Li aliyekê çapemeniya dewleta tirk, li aliyê din malper û komikên bûne pareke vê şerê psîkolojîk, ev mijara hunermend kirin egerê êrîşkirinê. Her çendî tu rayedareke PKK’ê li ser vê mijara hunermend tu daxuyanî nedabûn jî, gişan bi tevê çapemeniya fetullahî û derdora AKP’ê êrîşê Tevgera Azadî kirin.
Ev mijara “kurdên baş û nebaş” berê ewropiyan xistin qada jiyanê, wekî mînak Almanya, Swêd, Fransa, Îngilistan û bêguman Amerîka jî. Li Almanyayê li aliyekî ji kurdên baş re (Gute Kurden) derfet hatin afirandin, li aliyê din cihan li kurdên xirab heram kirin. Her roj avêtin ser sazî û dezgehên wan. Vê rastiyê kor û kerr jî dizanin. Ev kesên stûkurspi (min ev peyv ji Memo Şahîn deynkiriye) li Ewropê sînorên sinc û edebê jî li cih hîştin. Li gel hêzên ewlekariyê cihê xwe girtin, di vî warî de bi dehan belge hene.
Li pey ku Erdogan Y. Buyukanit li qesra Dolmabahçeyê li hev şêwirin biryara bi alîkariya televîzyoneke bikane wekî sirêja mêşan hin mirovên têkçûyî, hin nivîskarên bi bêhna rantê serxweş bikişîne û bi destê wan mijara bangaşiya şerê psîkolojîk baş pêkbîne, hate girtin. Her çendî pir serkeftî jî nebe, dîsa jî di warê şerê psîkolojîk te pir baş tê bi rê ve dibin. Wekî mînak; bikaranîna mijar hunermand.
Divê neyê ji bîrkirin ku AKP, CHP, TRT jî wekî saziya Mît, Jîtem, polîs û artêşê saziyên dagirkeran ne û xizmeta wê dike. Yekî rola polîsê baş, yeki jî rola polîsê zîşt û bêwijdan wergirtiye, lê armanc heman armanc e.
Rastî were pirsîn di her bernameyên wê saziya sirêja mêşan de rastiya wê xuya dike. Dibe hin kor wan nebînin. Divê vê carê baş binêrin. Li wê tv6 a wekî sirêja mêşan qedexeya şêst peyvên kurdî û ew sansura ala Kurdistanê ya li pişt hunermend tenê bi serê xwe hemû rastiya TRT 6’ê li ber çavan radixîne. Gelo hîn jî vê rastiyê nabînin?

Helwesta Rewşenbîrî

Min di nivîsa xwe ya berê vê nivîsê de du helwestên rewşenbîr û xwendayan destnîşankiribû. Ez li vir careke din wê during dikim. Yek helwesta bi rûmet, serbilin û mînak ya gorbihuştên wekî Apo Osman Sebrî, B. Nurî Dêrsimî, Î. Nurî Paşa, Celadet û Kamuran Bedirxan e, ku her çendî ew di nava birçîbûn û perîşaniyê de jî dijiyan, dîsa bêrûmetî nepejirandin. Bi serbilindî û anora netewî li ber xwe dan.
Xeta dudiyan jî xeta Mehmet Uzun bû, ku ew çû wî erkê leşkeriya wan pêk anî, bi romaneke hîtabê giyana wan kir. Bi vî awayî bu sebê xeteke din.
Li pey wî jî çend nivîskarên ku niviskariya wan jî bi guman e, çûn bi deh hezaran pere dan leşkerên tirkan û leşkerî kirin. Dewleta tirk jî bi wan pereyên van stûkurspiyên bi qelem bêrîk û gule kirîn, bi wan zarokên kurdan qetilkirin. Ew jî niha li ser wê xwînê bi sîrêja mêşan TRT 6’ê ve zeliqîne fortên wêjeyê didin xwe. Wêjeya gelekî bi qopya, texlît û fortên hetanê navê di nava sirêja mêşan de lewitandinê nabe. Wêjeya gelekî bi stran wêne û nivisandin wê êş, şîn û şîwana gel, qehremaniya gel, wê kelecana wan zarokên gernas ên ku li kuçeyên bajaran mîna fermandarên bê mînak kevir davêjin xiniziya dijminê û rûreşiya kesên bi wê sirêjê ve zeliqî diafire.

Hin têgînên şaş

Di warê bikaranîna hin têgînan de; dema em li ewropî û cihanê dinêrin û li bikaranînên li welatê xwe dinêrin matmayî dimînin. Gava almanekî bi îngilîzî nivîskariyê bike. Alman dibêjin: “Niviskarê îngîlîz yê nijad Alman. (Englische Schriftsteller mit Deutschen herkunft)”Ango ew wî ne wekî nivîskareke alman wekî nivîskareke îngilîz dinirxîne. Dîsa gava biyaniyekî bi almanî binivîse. Dibêjin nivîskarê alman yê nijad.. (Ereb, tirk, kurd û hwd.) Rastî jî ev e.
Wekî mînak cihan jî rabe Yaşar Kemal nivîskareke tirk e û her kes jî wî wisa nas dike. Lê tenê nijada wî kurd e, ku ew jî xwe wisa rabibihîse. Kesên bi tirkî dinivîsînin, yek jî ne nivîskarê kurd e, hemû nivîskarên tirk yên esil kurd in. Divê ev şaşî were sererastkirin. Em bi hin tiştan xwe nexapînin.
Nexweşiya herî mezin ya hin hawîrdor û yên kurdên stûkurspî jî di vê mijarê de ye. Ji bo wan tenê krîterekî heye, bes dijberê Tevgera Azadî be. Ev derdorên stûkurspî ew Metînerê AKP’yî jî wekî nivîskarekî kurd nîşan dabûn. Bêguman ji ber ku ew serkêşiya şerê pîsîkolojîk dike, lema van derdorên ji xwe re li hevalan digerin ew wisa nîşan dan.
Bi dîtina min ev jî parekî şerê taybetî ye. Serkariya tirk dixebite ku nivîskarên xwe wekî nivîskarên kurdan bi me didin pejirandin, da ku bikane kurdan hê zêdetir teşwîqê zimanê tirkî bike. Gava bi tirkî nivîsandin nivîskariya kurd be. Wê çaxê pêdivî jî bi kurdî namîne.
Êdî bes e! Em hinek jî berê xwe bidin rastiyan. Bila tûrikê stûkurspiyan ji bo me nebe reşpeleke xapandinê.

capanik51@hotmail.de

 

***

 

Nivîsên bi mijarê re eleqedar: 

- Zekî Ozmen: Vegera Şivan Perwer a Amedê

- Azîz Ogur: Ji bo Şivan çîroka axirzeman

- Cemil Oguz: Gelo me Şivan Perwer tehdîd kir?

- Helîm Yûsiv: Çima rûmet û ‘xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?

- Samî Tan: Şerma giran

- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê

- Daxuyaniya Şivan Perwer

- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?

- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.

- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme

- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer

 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Siyasetmedar û parêzer Şerafettin Kaya mir

ad

Nivîskarî mal wêranî

ad

23 lîstikvanên Tîma Tirkiyeyê ji bo Euro 2016 hatin eşkerekirin

ad

'Arjantîn: Sînema û Fûtbol' li benda we ye

ad

Girtî dest bi greva birçîbûnê dikin

ad

Lîstikên nû li Sûriyê di meriyetê de ne! (Analîz)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname