Diyarname
Beşa diduyan ya Sempozyûma Modelên Perwerdehiya Pirzimanî li dar ket û pêşniyarên balkêş derketin.
Di çarçoveya xebatên ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya TZPKurdî de Kurd-Dera Enqereyê Sempozyûma Modelên Perwerdehiya Pirzimanî li Enqereyê li dar ket. Rûniştina yekemîn* a sempozyûmê vê serê sibê û rûniştina duyemîn jî piştî nîvro li dar ket.
Di rûniştina duyemîn ku M. Îhsan Kandemîr moderatoriya wê kir de Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Fatma Gok, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, Hîndekara Zanîngeha Bîlgiyê Dr. Muge Ayhan Ceyhan û Hîndekarê Zanîngeha Sabanci Şerif Derince beşdar bûn.
Vane notên ji axaftinan:
- Prof. Dr. Fatma Gok:
Têkoşîna kurdan parçeke gelek girîng a têkoşîna ji bo demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.
Xebatên ku Şaredariya Sûrê dike, xebatên perwerdehiya li malan a kurdan mînakek gelek baş e.
Dema li herêmê min dît bi hezaran jin di nav têkoşînê de ne, ew perwerdehiya bi kurdî ya li malan, xebata 'serê şevê çîrokek', xebata guhartina civak û dewletê ya ji aliyê şaredariyên kurdan ve, min bi cihatina guherînê dît. Ev tiştek girîng e. Ji vê derê gav dikare bê dest pê kirin. Ev projeyeke ku ji bo me hemûyan girîng e.
- Dr. Muge Ayhan Ceyhan:
(bi giştî qala pirzimanî kir)
Hin gotin hene dibêjin 'Mirov zimaneke hîn bibe, êdî zehmet e zimanekî din jî hîn bibe' ev şaş e. Tiştek wisa tune. Berevajî wê jî tişt hene. Gotina 'pirzimanî tiştek bi maliyet (bi mersef) e', ev jî şaş e. Gotina 'Zarokên ji bilî tirkî bi zimanekî din dest bi dibistanê kiribin, ev yek nîşan dide ku kêmasiyeke ziman a zarokan heye' jî şaş e. Gotina 'Hin ziman bi paş ve hatibin xistin ev tê nîşandayîn ku kêmasiyên wî zimanî hene' jî şaş e. Zimanek bi paş ve hatibe xistin ev kêmasî ne ê ziman e, yê kesên ku bi paş ve xistine ye.
- Şerif Derince:
(Li ser modelên lawaz û modelên xurt axivî)
Li Calîfornîayê modeleke baş ji bo ziman heye ji bo zarokên spanyolî. Lê her model ji bo her derê ne baş e. Modelek ku ji bo dereke serketî be, dikare ji bo ciheke din ne serketî be. Ne ku em binêrin ka kîjan model ji bo me guncan e, divê em li rêgezên vê yekê binêrin. Ziman çawa tê hînkirin, fêdeya wî çi ye? Em li van binêrin.
- Sami Tan:
(Qala pergal û xweseriya ku dixwazin pêk bînin kir û dûre pêşniyar anîn ziman)
Zimanî heta niha derbe xwariye. Ji bo guherîna zanînê, ji bo têkbirina asîmîlasyona 80 salan têkoşîneke cidî divê. Ev kar ne karê çend komeleyan e. Jêre xebatek mezin lazim e. Çêkirina fîlmekî baş, lîstikeke şanoyê ya baş prestîjê dide ziman. Axaftina Leyla Zana ya di Panlemena Yekîtiya Ewropayê de, axaftina Ahmet Turk a di meclisê de prestîjê dide ziman lê ev têrê nake. Ziman divê bikeve pratîkê. Ciwan diruşma 'Ciwan hêzên parastina ziman in' diavêjin. Hûnê hemû xebata xwe bi tirkî çêbikin, paşê hûnê vê gotinê bînin ziman. Li Amedê xebata şaredariyên me girîng e, festîval girîng in. Ev têrê nakin. Divê êdî em pergala xwe ya perwerdehiyê saz bikin.
1500 siyasetmedarên me hatin girtin. Kurd di nav amadekirina pergalek de bûn, ji bo ku pêşî li vê bigirin ew hatin girtin lê ev yek jî êdî bikar nayê, êdî nikarin pêşî li xebatê bigirin.
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeya eleqedar:
*'Perwerdehiyeke pirzimanî mimkûn e'



Li salonê gelek pankantên bi kurdî yên li ser ziman hatibûn daliqandin.

Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Tuncer Bakirhan (Yê li navê) jî di nav temaşevanên sempozyûmê de bû.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


