Diyarname
Îro li Qamişlo 4'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vebû. Pêşangeh li Hola Zana ya li Qamişlo bi diruşma "Bixwîne, xwe nas bike" hat vekirin û şeş rojan dê bidome. Ji sala 2016'an ve Desteya Rêveberiya Rojava pêşangehê bi rê ve dibe.
Ji çar aliyên kurdan dê pirtûkên bi kurdî bêne pêşkêş kirin. Li dor 40 weşanxane dê standê vekin. Ji bilî weşangerên kurdan ji welatên cîran jî dê beşdarî çêbibe.
Her roj li ser wêje, dîrok, çand û hunerê dê panel û semîner jî li dar bikevin.
Ji ber vîrusa koronayê tevdîrên divê hatine girtin. Pêşangeh heta 25'ê mehê danê sibê saet di navbera 10.00- 13.00'an, dana êvarê di navbera saetên 17.00-21.00'an de dê vekirî be.


