Diyarname
Li ser êrîşa li hemberî Îbrahîm Tatlises hunermend Îzzet Yildizhan axivî. Piştî êrîşê Yildizhan jî wekî gelek hunermendî hat ber nexweşxaneyê.
Yildizhan wisa agahî da çapemeniyê: "Em dizanin li bakurê Iraqê (Qala başûrê Kurdistanê dike) hin pirsgirêkên wî hebûn, lê em ne li benda tiştek wisa bûn. Li nava xwe de me dizanî pirsgirêk hene, lê em ne li benda tiştek wisa bûn."
Hunermend Tatlises ev demek e li başûrê Kurdistanê karê avahîsazî dikir.
Hate gotin ku 3 erebeyan pêşî lê girtiye û tê gotin ku 5 kesên bi çekên mezin (qala keleşan tê kirin) gule ber daye wî.
***
Nûçeya eleqedar:
- Birîna Îbrahîm Tatlises giran e


