logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Ronîbûna ku bi sê niftikan dest pê kir

Şeb-î yelda, tê wateya şeva herî dirêj. Ji bo nîvkada bakur, 21’ê berfanbar e. Ji vê rojê şûnde, şev kin dibin. Roja ku

  • Dîrok: 24/03/2011
  • Beş: Serbest

Sirri Sureyya Onder

Şeb-î yelda, tê wateya şeva herî dirêj. Ji bo nîvkada bakur, 21’ê berfanbar e. Ji vê rojê şûnde, şev kin dibin. Roja ku şev û roj (beyanî) wekî hev in, roja Newrozê ye. Ango 21’ê Adarê.

Kurd di serî de; roşana gelek neteweyên Rojhilatê ye. Ji bo gelên din, tenê tê wateya hatina biharê lê ji bo kurdan ji vê bêtir e û wateya siyasî dihundirîne. Di heman katê de, dîroka serhildana bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê Zalim e.
  
NEWROZA SÊ NIFTIKAN

Dîrok, 21 Adar 1982... Di zindana Amedê ya bixwîn de, xortek (ciwanek) hebû. Di doza PKK'ê ya ku tê de dihate darizandin de, parêziya (bervaniya) siyasî kiribû. Ev, di şert û mercên wê rojê de, dihate wateya xwestina mirinê. Di dawiyê de, ji bo ku vîna wî bişkînin, tiştên ku bi mirovekî nedibû, pê kirin. Amed naçar (bêçare) bû, hemû cîhan jî ker...
Bi ser parêziya xwe ya siyasî; qewîtiyeke siyasî zêde kir. Sê niftikên ku di hucreya xwe de veşartibûn pê xistin. Şani hevalên xwe yên  hucreya hember  da. Di rastiya xwe de, ev agirê Newrozê ya sembolîk bû. Wê şevê, bedena xwe, wekî çekekê bi kar anî, di rûyê îşkencekarên xwe de werkir.
Xwe kuştibû. Ev ne xwekujî an jî çavtirsî bû. Ev nameyek bû, ji dinyaya ker û kor re nivîsandî, ji Ameda bêdeng re qîrînek bû. Di zindaneke ku jiyan kiribûne dojeh de, rûmeta mirovahiyê ji jiyanê biqîmetir bû. Ji ber vê yekê, roja Newrozê, ji bo çalakiya xwe hilbijartibû.
Navê wî Mazlûm Dogan bû...
  
DEV JI RÛMETA XWE BERNEDAN

Dîrok, 18 Gulan 1982... Dîsa heman zindan, dîsa bêhtir îşkence, dîsa heman ‘tune hesibandin’...
Di hucreya 33'yan de, çar xort girtî ne... Piştî ku her kes raket, bûne xelek û di nîvê qawîşê de rûniştin. Di destên wan de, sê heb niftik hebûn. Wernîka ku kevçiyên darîn pê wernîk dikirin, bi serê xwe dakirin. Wernik ser pîsiya ku bi laşê wan zeliqî bû wergirt, pîsiya ku ji çala gû ya ku her roj ew dixistinê de. Qewîtiyên xwe yên siyasî nivîsandibûn û danîbûne ber serê hevalên xwe. Sê niftik, di heman katê de pêxistin û agir dan bedenên xwe. Bêhneke giran a goşt hawîrdor wergirtibû. Dema hevalên ku şiyar bûn, av bi wan dikirin; ên ku dişewitîn diqîrîn: “Avê bi me danekin! Agir xurt bikin!” ji nav wan, ê ku navî wî Ferhat bû, mamoste bû. wêjevan bû. Ji hevalê xwe yê ku serê wî yê şewitî kiribû hembêza xwe re got; “Wê stranê bêje!" Hemû zindan, li strana kurdî guhdarî kir. Îşkencekaran jî...
Wekî mirovên ku bi bedena xwe agirê Newrozê yê virnî (derengmayî) pêxistin, ketne nav rûpelên dîroka cîhanê.
Navên wan; Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn bûn...
Amed jî, cîhan jî; agir, dû û teniya ku ji bedena wan derket nedît...
Ji dêvla ku dev ji jiyaneke birûmet berdin, dev ji canên xwe berdabûn.
 
KESÊN KU XWE ŞEWITANDIN

Dîrok, 21 Adar 1992... Di pîrozbahiyên Newrozê yên ku li Cizîra Botan û Şirnex pêk hatin de, polîs gel gulebaran kiribû, roşana kurdan a neteweyî bixwîn kiribûn. Ji bajarên hawîrdor, leşker anîbûn her du bajaran. Di pevçûnên ku heta 23’ê Adarê dom kiribûn de, li gorî daxuyaniyên fermî, yek jê rojnameger Îzet Kezer, (rojnameya Sabahê) pêncî û heft kes, bi awayê ku hatibûn gulebarankirin jiyana xwe ji dest dabûn.
Li ser bûyerên Cizîr û Şirnexê ku deng vedabûn, Almanya bi sedema ku gelê sivîl hatiye gulebarankirin, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestand. Dema çardeh parlementên kurd ên Partiya Kedê ya Gel (HEP), ku giliyê Tirkiyeyê li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin, ji bo ku bûyeran vekolin, NY'ê komîsyonek li dar xist. Li gorî rapora komîsyonê ku  di 15’ê Avrêla 1992’yan de hate weşandin, hêzên ewlekariyê, cihên ku sivîl lê diman bîst saetan bêrawest gulebaran kiribûn...
Kurdan, dema dengê zarokên xwe yên ku ji bo bêne dîtin xwe dişewitandin bihîstin, êdî wan bixwe agirê Newrozê pêdixist.

AGIRÊ KU DEWLETÊ PÊXİST

Dewlet, ji ber ku çîroka sê niftikên ku bûbûne destpêka vî agirî dizanî; ketibû nav qilqiliyê. Giregirên dewletê, bêşerm wekî ku dixwestin gulebarandinên xwe bidin jibîrkirin; digotin, “Heke pêdivî bi Newrozê hebe, wê jî em ê bikin.” Agirên sembolîk pê xistin û di ser re qevaztin. Kurd miletekî zîz e. Evdekî Xwedê, neçû temaşeya vê qeşmeriyê.
.................................

Dîrok, 21 Adar 2011.
Ez li Amedê me... Zêdeyî mîlyonekî însan hatine qada Newrozê. Agirê Newrozê, bi qasî ku ji her derê welêt xuya bike qerase bû. Piraniya wan; ciwan, keçik û jinên ji her temenî bûn.
Êdî, ji rewşa şer bêhtir wekî mîhrîcana aştiyê derbas dibe.
Diyarbekir, navê “Mazlûm” li bi hezaran zarokên xwe dikir û bi vî awayî şerma ku berê jiyabû, ji ser xwe radikir.
Wan dizanîbû ku ev pîrozbahî, bi saya serê kesên ku bi qasî ku karibin canê xwe bidin, hez ji jiyanê dikirin, pêk tên. Û Amed deyndarê wan e.
Heke, di vî welatî de, aştî pêk were, ji bo hemû mirovahiyê dê ‘Şebî- yelda’ bi dawî bibe. Dê şûna, şevên dirêj û tarî; rojên ronî wergirin.
Ji bo xatirê, bi hezaran canên ku winda bûn û çûn, bila Newroz bibe sedama vê yekê...
Roşana we pîroz be. Ango Newroz pîroz be!


Radilal, 21 Adar 2011 - Amed

Wergera ji tirkî: İsmail Dindar

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

‘Qeyxaneya bê hêk’

ad

Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket

ad

Helbestvan Berken Bereh qala kovara Tîrêjê kir

ad

“Valentîna Kurdî” li benda beşdarên xwe ye

ad

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

ad

KNK: Gere em zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname