Diyarname
Îro 941'emîn hefteya rûniştina Dayikên Şemiyê bû. Parêzerên mafên mirovan jî di nav de Dayikên Şemiyê hatin ber Lîseya Galatasaraya Beyogluya Stenbolê ku çalakiyê li dar bixin.
Ji hefteya 700'î ve ev der li dayikan hatibû qedexekirin lê dayikan serî li Dadgeha Zagona Bingehîn (AYM) dabû û dadgehê ew mafdar dîtibûn ku kes nikare pêşî li rûniştina wan bigire.
Dayikên Şemiyê û endamên mafên mirovan bi vê biryara AYM'ê hatin ber Lîseya Galatasarayê lê dîsa polîsan ew asteng kirin. Dayikên ku xwestin daxuyanî bixwînin, di wê kêliyê de polîsan êrîş kir. Seroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û Dayikên Şemiyê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Ber êvarkî hemû kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. (Ev agahî nû lê hat zêdekirin)
Dayikên Şemiyê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyam belav kirin û gotin ku ew dest ji wê qadê bernadin.
KESKÎN: EM DEST JÊ BERNADIN
Li aliyê din Seroka ÎHD'ê Eren Keskin jî li ser hesabê xwe yê twitterê re bal kişand ser biryara AYM'ê ku destûr dabû dayik li wir rûnin û wisa got, "Me careke din fêm kir ku biryarên Dadgeha Zagona Bingehîn, a rast biryarên 'hiqûqa nivîskî' li vê erdnîgariyê tu qîmeta wê nîn e! Lê emê dest jê berdin? Helbet NA!"


