Diyarname
Li Amedê herêm li berendaman hate parvekirin. Ji bo her berendamek serbixwe dê li hin deran deng bê dayîn.
Di hilbijartina 12'yê pûşperê de Bloka Ked, Demokrasî, Azadiyê hêdî hêdî li bajaran herêman li berendamên xwe par ve dike.
Li gor vê plansaziyeke hate kirin. Li Amedê ev herêm dê deng bidin van berendaman:
- Hatip Dicle: Navçeya Navendî Kayapinar.
- Emine Ayna: Navçeya Erxenî û taxên wekî Bagcilar, Yenikoy, Yunus Emre, Kaynartepe, Muradiye, Fatih, Elîpinar û Korxet ku di nav Herêma 1'emîn a Baglarê de ne.
- Nursel Aydogan: Navçeya Pasûrê û taxên Selahattîn Eyyûbî, Mewlana Xalit, 5 Nîsan û Şeyh Şamil ku di nav herêma 2'yemîn a Baglarê de ne
- Leyla Zana: Farqîn, Bismil û Hezro.
- Şerafettîn Elçî: Navçeya Çinarê, navçeya Yenîşehîrê
- Altan Tan: Navçeya Sûr, Gêl, Pîran, Hênê, Karaz, Çingûş û Çêrmûg.


