Diyarname
Belgefîlmê Bulent Gunduz ê bi navê "Evdalê Zeynikê" beşdarî Festîvala Fîlman a Swansea Bay ya li Gallerê dibe.
Festîvala Fîlman a Swansea Bay 6'ê gulanê dest pê kir û heta 15'ê gulanê li dar e. Di vê çarçoveyê de belgefîlmê Bulent Gunduz "Evdalê Zeynikê" jî tê nîşandayîn. Belgefîlmê ku li Asya, Amerîka û Ewropayê beşdarî gelek festîvalan bû û li hinan xelat girt vê carê li Gallerê di çarçoveya festîvalê de tê nîşandayîn. Fîlm roja 13'yê gulanê saet 8.50'î de li "Blancos Hotel, Port Talbot"ê tê nîşandayîn.
Her wiha Meclisa Aştiyê ya Brîtanyayê jî nîşandayîneke taybet ji bo belgefîlm dike. Di çarçoveya xebatên Meclisa Aştiyê ya Brîtanyayê de roja 12'yê mehê, saet 18.30'î de li Cafe Z (Stoke Newington N16) jî dê belgefîlm bi beşdariya Derhêner Gundiz li dar bikeve.
Li vê derê, piştî nîşandayî belgefîlm dê gotûbêjeke bi beşdariya Derhêner Bulent Gunduz pêk bê.


