Diyarname
Di Lîga Super ya Spor Toto ya Tirkiyeyê de Fenerbahçe bi 4-3 Sêwas tek bir û bi 82 pûanan bû şampiyon. Fenerbahçe bû 18 caran dibe şampiyon.
Teknîk dîrektor Aykut Kocaman ku dema lîstikvan bû bi formaya Fenerbahçeyê du caran bûbû şampiyon, vê carê wekî teknîk dîrektor bû şampiyon.
Fenerbahçeyê îsal di 34 maçan de 26 serketin, 4 wekhevî û 4 têkçûn dît, bi giştî gihîşt 82 pûanan. Tîmê duyemîn Trabzon jî gihîşt 82 pûanan lê Fenerbahçe di averajê bû şampiyon.
Bi vê şampiyoniyê ku pêre Fenerbahçe dê raste rast beşdarî Lîga Şampiyonan jî bibe bi giştî li dor 70 mîlyon TL'yî pere dê bi dest bigire.
Wekî notek, digel van yekan Fenerbahçeyê îsal 'Kraliya Golan' jî bi dest xist. Lîstikvan Aleks bi 28 golên avêt di lîgê de bû Kral.
Fenerbahze heta niha di salên 1959, 1960-61, 1963-64, 1964-65, 1967-68, 1969-70, 1973-74, 1974-75, 1977-78, 1982-83 , 1984-85, 1988-89, 1995-96, 2000-01, 2003-04, 2004-05 û 2006-07'an de bûye şapiyon.
Serokê Klûba Fenerbahçeyê Aziz Yildirim ku ji sala 1998'an ve serok e bû 5 caran digihîje hesta şampiyoniyê. bi vê yekê wî jî rekorek bi dest xist.
Û no
tek giştî: Di lîga Tirkiyeyê de heta niha 5 tîm bûne şampiyon: Fenerbahçe (18 caran), Galatasaray (17 caran), Beşiktaş (11 caran), Trabzonspor (6 caran) û Bursaspor (carekê).
**
Nivîsek eleqedar:
- Fenerbahçe li cafeya Alibeykoy bû şampiyon!


