Ayşe Orman - Adnan Mustafa / Silêmanî
Heyeta DTP'ê ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinan bike çû Herêma Kurdistana Federal, bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin pêk anî. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku piştî hevdîtinê daxuyanî da, diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Tirkiye ye, lê ji bo çareseriyê peywîr dikeve ser milê siyasetmedarên kurd ên li welatên din jî dijîn.
Heyta DTP'ê ku ji Serokê Koma Meclîsê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, Cîgira Hevserokan a ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar Sebahat Tuncel, Cîgirê Hevserokên DTP'ê Kamuran Yuksek, Parlamenterê Şırnexê Hasîp Kaplan û Parlamenterê Mûşê Nurî Yaman pêk tê, li bajarê Silêmaniyê bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re li mala wî hatin cem hev. Di hevdîtinê de ji bilî Talabanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kuster Resul, Endamê Parlamentoya Iraqê Fuat Mahsum, endamên Mekteba Siyasî ya YNK'ê Emerê Seyît Elî, Mustafayê Sekadîr, Osmanê Hecî Mehmut û Ersalan Bahiz amade bûn. Piştî hevdîtina 2 saetan dom kir, heyeta DTP'ê li Otêla Palas a Silêmaniyê daxuyanî da çapemeniyê.
'Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, rolek mezin dikeve ber siyasetmedarên kurd'
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, diyar kir, ji bo ku li Tirkiyeyê pêvajoyek bêpevçûn destpê bike û ev pêvajo veguhere pêvajoyek demokratîk xebatan dimeşînin. Turk, destnîşan kir ku divê kurd bi awayekî azad xwe îfade bikin û wiha dom kir: "Di vê mijarê de ji hêvî tên kirin. Ji bo pêvajoyek nû, em ketin nava hewldanan. Divê pirsgirêka kurd veguhere pêvajoyek demokratîk." Turk, bal kişand ku cihê çareseriya pirsgirêkê Tirkiye ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê em dibêjin divê pirsgirêk bi hêzên navxweyî bê çareserkirin. Em di cîhanek ragihandinê ya hemde de dijîn. Siyasetmedarên kurd ên di nava siyaseta demokratîk de têdikoşin jî, li kîjan welatê cîhanê bin bila bibin, dikarin rolek dê tevkariyê bide aştiyê bilîzin. Ji bo vê yekê em di wê baweriyê de ku divê hewldanek zêdetir bê dayîn." Turk, daxuyand ku divê Tirkiye di nava nêzîkahiyek ku kurd û gelên din hembêz dike de be û got ku ev yek dê tevkariyek girîng bide aştiya Rojhilata Navîn jî. Turk, da zanîn ku Rojhilata Navîn herêmek hesas e û derbirî ku divê pirsgirêkên herêmê di çarçoveya esasên demokratîk de bên çareserkirin. Turk, bal kişand ku li Rojhilata Navîn herî zêde kurdan êş kişandine û wiha pê de çû: "Berdewama vê pêvajoyê dê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cuda bîne rojevê. Mînaka Sakaryayê hate dîtin. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me û rayedarên dewletê. Hewceye em ji bo pêşveçûna refleksên demokratîk bixebitin. Me fikra xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkê ji Birêz Talabanî re ragihandin. Ji bo vê yekê me ji Birêz Serokomar alîkarî jî xwest."
'Dê hewldanên me bidomin'
Turk, da zanîn ku dê hevdîtinên wan ên bi Talabanî û rayedarên kurd re di pêşerojê de jî bidomin û wiha axivî: "Emê hewl bidin ku hevkariyek hêzên demokratîk ava bikin. Hewldana me heye ku hevkariyek dê hevdîtinan pêşve bibe, ava bikin. Pêdivî bi pêvajoya aştiyane heye. Ji bo ku vê nîqaş bikin û yekîtiya hêzê ava bikin, em li ba hev in."
Li ser pirsek têkildarî helwesta Talabanî ya li dijî PKK'ê Turk wiha bersiv da: "Divê pirsgirêk bi hêzên navxweyî bê çareserkirin. Ya girîng ewe ku ev pirsgirêk dê çawa bê çareserkirin. Em ê vê pêvajoyê çawa pêşve bibin e. Birêz Talabanî jî, anî ziman ku pêvajoyek aştiyane mayinde bibe, ew amade ne. Got ku dema çareseriya çekdarî bidawî bûye û ewê piştgiriyê bide kesên ji bo pêşvebirina polîtîkayek demokratîk dixebitin."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


