Diyarname
Rojên Belgefîlmên a Stenbolê Documentarist bi xelatdayîn û çalakiyek li hemberî girtina Salona Emekê bi dawî bû. Di documentaristê ku heftekî dom kir de belgefîlmên derhênerên kurd jî hatin nîşandayîn.
4'emîn Rojên Belgefîlmên a Stenbolê Documentarist 31'ê gulanê dest pê kir û 5'ê pûşperê êvarê bi xelatdayîn û çalakiyeke bi dawî bû. Documentarist ku armanca wê ew e ku piştgirî bide belgefîlmkaran, berhemên wan ragihîne belgefîlmhezan, wan bîne ba hev û nêrîna li belgefîlman biguherîne îsal xelatek diyar kiribû.
Documentaristê bi navê Xelata Jîrekiya Nû xelat da. Endamên juriyê ji Derviş Zaim, Sevin Okyay, Theron Patterson û Daniel Stork pêk dihatin. Juriyê xelat da belgefîlmê bi navê "Ekumenopolis: Ucu Olmayan Şehir” (Ekumenopolis: Bajarê Bêser û ber) ku derhêneriya wî Îmre Azem kiriye. Juriyê belgefîlmên “Kadim” û “Ofsayt” jî hêjayî Xelata Mansiyonê dîtin.
Ji bo bidawîkirina çalakiyê û dayîna xelatê, di heman demê de ji bo li hemberî girtina salona Emekê çalakî li dar bixin li kuçeya Emekê, li ber salonê merasima xelatdayînê hate li dar xistin. Pêre jî li heman kuçeyê kurteyeke ji her sê belgefîlman hatin nîşandayîn.
"Ekumenopolis: Ucu Olmayan Şehir” li ser du qaçaxên afrîkayî ku hatine Stenbolê disekine, di heman demê de balê dikişîne ser kuştina Festus Okey
Nêzî sed kesên beşdarî çalakiyê bûn li hemberî girtina Emekê diruşmên wekî "Stenbol ê me ye, Emek ê me ye" qîriyan.
Di Documentarista îsal de ji 40 welatan li dor 80 belgefîlmî hatin nîşandayîn. Di Documentaristê de ji belgefîlmên derhênerên kurd, yê Cemil Oguz "Rewşen", yê Aziz Çapkurt "Diya Min Aştî Dixwaze" yê Sabite Kaya "Bedenên Bêrih", yê Murat Ozturk "Olu Canlar", yê Fatin Kanat û Necmettin Salaz "Helebçe" hatin nîşandayîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Di Documentaristê de belgefîlmên kurdan tên nîşandayîn
- Di Documentarist de ji 40 welatan 80 fîlm hene


