Roja 8'ê pûşpera 2011'an, li Çewligê mîtîngek heye. Yê diaxive Recep Tayyip Erdogan e. Wisa dest pê dike:
“Diyarbakır”
“Diyarbakıııır”
“Diyarbakıııııııııır”
“Cevap vermiyorsunuz Diyarbakııııııır” (Hûn bersivê nadin Diyarbekiiir)
“Ama duymuyorlar” (Lê nabihîzin)
Yanê, li mîtînga Çewligê dibêje qey li Amedê ye, bang li amediyan dike. Û deng nayê. Em jî vê dengnedayîna Amedê ya ji bo Erdogan dikin klîba hefteyê.
Bi hêviya ku dê Amed qet deng nede, fermo:


