Diyarname
Lîstikvanê spanyolî yê navdar Antonio Banderas ji ser hesaba xwe ya tora civakî ragihand ku ew baş bûye.
Banderas ku berê ragihandibû bi vîruso koronayê (covid-19) ketiye ji ser instaragramê re peyama başbûna xwe belav kir û got: "Piştî karantînaya 21 dojar îro min enfeksiyona Covid-19 têk bir, ez dikarim bêjim ez baş bûme. Xema min li ser kesên bi qasî min ne bi siûd in, kesên zêdetir êşê dikişînin e. Ez hêviya serketinê ji bo her kesê di nav vî şerî de ne dixwazim."
Lîstikvanê Spanyolî 60 salî ye. Heta niha wî bi dehan fîlman de rol girtiye. Par bi rola di fîlmê "Pain and Glory" de li Festîvala Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Ligel vê wî heta niha ligel cihan xelat girtine.
Banderas ji ser hesabê xwe yê instagramê re ligel peyamê ev wêneyê kolajkirî jî weşand.


