Diyarname
Li Tirkiyeyê gelek weşanxane hene pirtûkên zarokan çap dikin lê di gelekan de jî tiştên divê ji bo zarokan neyen gotin hene. Niha yek ji wan dîsa bû rojev.
Pirtûk ji aliyê Musa Dinç ve hatiye nivîsandin û ji "Ari Sanat Yayinevi" derketiye. Di pirtûka bi nave "Gul ve Duşun" (Bikene û Bifikire) de rovî ji bo hirçê wisa dibêje, "Hirça Boz ez gelek aciz kirim. Ez wisa tiştek bînim serê wê ku bila di temamê jiyana xwe de ji bîr neke. Ya baş tecawiz e! Ez namûsa wê bixim bin lingan!" Her wiha ev gotin di pirtûkê de hene, "Hirça Boz ku wekî bi zeliqoqa Japon bi erdê ve hatibe zeliqandin, hawarên dawî yên Hirça Boz jî feyde nedan", "Dawî li keçaniya Hirça Boz hat", "Dema tecawiz bê kirin ew wekî fahîşe bê nasîn", "Bûkaniya min têkçû, ez bûm bênamûs! Ezê çawa herim nav civata hirçan.", "Ji dêvla Hirça Boz dê ji min de bêjin Hirça Boz a Fahîşe".
Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê piştî reaksiyonan nivîskar ji ser hesabê xwe re ragihandiye ku pirtûk hatine komkirin û lêborîn xwestiye. Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê jî gotiye ku pirtûk ne di bin kontrol û weşana me de ye.
Xala balkêş jî ew e ku pirtûk di sala 2000'î de derketiye, heta niha 4'emîn çapa pirtûk hatiye kirin lê yan kes hay jê çênebûye, yan jî guh nedaye û bi vî awayî pirtûk hatiye firotin, zarokan xwendiye. Li aliyê din ev pirtûk bi navê "Bikene û Bifikire" ji bo kurdî jî hatiye wergerandin û weşandin (2005, Diclem Sahaf Yayincilik)...
***
Nivîskarê pirtûkê hat girtin
Piştî ku di çapemeniyê de ev nûçe hat belavkirin û di tora civakî de jî deng veda, Baroya Enqereyê der barê nivîskar de gilî kir. Nivîskar Musa Dînç li mala xwe ya li Aydinê hat binçavkirin. Dozger bi sedema "li ser bedena zarok, sewal, mirovê miriye weşana mustehcen" hat tewqîfkirin. (Ev tewqîfkirin 28'ê mehê çêbû û me ev beş li nûçeyê zêde kir.)


