Amed
Platforma Zimanê Kurdî ku bi navê "Li Tirkiyeyê Rewşa Hiqûqî ya Ji bo Zimanê Zikmakî Kurdî" raporeke amade kiribû 12'yê mehê li GGC'ê (Guneydogu Gazeteciler Cemiyetî) ya li Amedê eşkere kir. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku rapor û xwend û axivî, diyar kir ku Tirkiyeyê xalên 17, 19 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî îmze nekiriye û dûre li ser Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê ku zimanên derveyî tirkî hemû qedexe kirine.
Cizîrî diyar kir ku di salên dawî de gavên biçûk ên ji bo ziman hatiye avêtin, nermbûn çêbû lê ev ne di çarçoveya zagonî de ne û got: "Ji ber vê yekê derdorên cuda, nijadperest û cudaxwaz êrîşê ziman û çanda kurdî dikin. Ev êrîşên wisa dibin sedema xirecireke giran û têkiliyên navbera mirovan xira dikin. Di peymanên navneteweyî de mafên ziman û nasname mafên gerdûnî ne, wisa têne qebûlkirin. Loma jî asîmîlasyon ne li gor serdemê ye, pirsgirêkan girantir dike. Divê her koma etnîkî nasnameyê xwe pêş bixe, bi zimanê zikmakî perwerdehî û hînkirinê bibîne, ev yek wekî mafên çandî bê qebûlkirin. Wekî tê îdîakirin ev maf li Tirkiyeyê bêne qebûlkirin Tirkiyeyê ber bi parçebûnê ve nabe. Berevajî dê welat zêdetir ber bi demokratîkbûnê, hemdemîbûn û pircureyiyê ve bibe. Bi vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd de gav bê avêtin. Naskirina perwerdehiya kurdî û çanda kurdî dê vê yekê wekî gaveke nermbûnê binirxînin."
Cizîrî diyar kir ku ji bo mafên navborî bêne qebûlkirin wan ev Platforma Zimanê Kurdî ava kirine û beşeke mezin a civakê piştgirî dirin wan.
Di dawiyê de Cizîrî got ku divê Tirkiyeye xalên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku şert danîne ser wan xalan qebûl bike, li Tirkiyeyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin."
Ev nûçe ji MA'yê hatiye girtin


