Biro Rişadet*
Min berhemên Helîm Yûsiv nexwendibûn û pir hez dikir rojekê pirtûkên wî bi dest bixînim û bixwînim. Min pir bihîstibû ku pênûsa Helîm Yûsiv xurt e.
Berî her tiştî sipasiya wergêra hêja Sayîme Xakpûr dikim ku ev pirtûka hêja wergerand û bo min derfet çêbû ku yek ji berhemên wî bixwînim. Tevî ku min pir hez dikir kurmanciya wê bixwînim. Lê bi xwendina farisiya wê ku wergereka xurt û hêja ye min karî xurtiya pênûsa Helîm Yûsiv jî pê re hest bikim. Û her wiha sipas dikim ji bo diyarîkirina vê pirtûkê.
ÊŞA MIROVÊN BINDEST
Ev roman çîroka êşeka naskirî ye. Êşa mirovên welatekî dagirkirî û bindest. Mirovên ku tevî êşa jiyana rojane, nebûna dê, evîneke nîvrihmayî, birçîbûn, dêmarî, îxaneta li hev bi êşeke hîn mezintir ku xwe bera ser hemî hebûnên wan dide û derbasî rih û hestiyan dibe re dijîn. Ev êş parçebûna welatekî ye ku marên reş li her derê axa wî belav dibin. Dû re li zimanê wan vedine û jehrî dike û dikuje. Marên ku dixwazin tu jî kirasê xwe biguherînî û bikevî kirasên wan marên reş. Li her derê li te vedinin. Li her derê kunên wan hene. Neçar dimînî axa xwe, biçûkatiya xwe, bîrewerî û hemî tiştên ku te kurd nîşan didin bihêlî û herî di welatekî din ku xwediyê wan bi xwe heye û jê re zehmet kişandine û xweha xwe rijandine da bijîyî. Bi hêviya ku rojekê bextewerî li welatê te şîn bibe û lê vegerî. Lê her ku diçe marên reş ên cur bi cur lê zêde dibin. Êdî ew qas kunên maran lê şîn dibin hîmê xaniyan sist dibin û dirêjin. Biçûk û mezin serê wan li bin awaran ji gewdan hiltên. Li Ewropayê xwe dikî pireke bo têgihandina êş û elema hevzimanên xwe. Pireya ku çi gav ji ser re derbas dibê, serpêhatiyeke bi êş û keser pêş çavên wî ji nû ve tên ziman û bihîstin ku êşa wî bi xwe jî pêre vedijîne. Li wir dîsa dibî evîndar, evîneke emirkurt ku zû rih jê dikişe. Por li te sipî dibe. Rojekê dibî pireya zarokekî bêguneh ku êşa ji ber nezaniya malbatê û hovîtiya bêderman a li welatê wî, wî dike penaber. Û ev penaber dibe rêka vejîn û saxkirina evîna nîvrih a Azad ku li welatê wî yê bindest cih mabû.
FÊMKIRINA HEV
Werger rê û pireya veguhestina hest û bîra nivîskar ji zimanê nivîskar bi zimanekî din e. Wergêr bi derbasbûna li cismê nivîskar xwe wekî xwediyê vê hest û bîrê dibîne û derbasî zimanê din dike da ku xwînerên wî zimanî jî ji vê bîr û hestê pê bihesin. Mirovên ku zimanên hev fêm nakin nikarin ji hest, êş, xweşî, rewşa jiyana civakî ên hevdu, serpêhatiyên êkdu fêm bikin. Ev roman bi awayekî pir xurt kariye rola wergeriyê bide nasandin.
Her wisa rewş û jiyana penaberî pir baş hatiye ziman ku penebar bi çi êş û elemî jiyana xwe ya penebarî derbas dikin. Bi çi bûyerên biêş re rû bi rû dibin.
Nivîskar di şeklê tayê de, tayê ku gelek serpêhatî dîtine bi pênûseke bihêz tayê di yek bi yekê mûriyan re derbas dike û bi awayekî serkeftî li rex hev rêz dike. Mûriyên ku her yek bûyerekê, serpêhatî û rewşa jiyana gelekî rave dike.
99 Morîkên Belavbûyî li rex de wekî poleka dersê ye ku hîn dike çawa malbat û civak bi tevgerên xwe yên şaş zarokan tûşî pirsgirêkên asê û dijwar tîne û çi bandorî li pêşeroja wan dike.
Di romanê da her wiha mijara nejadperestiyê jî derbas dibe. Nejadperestiya ku li her welatekî xwe nîşan dide û wekî nexweşiyekê belav dibe û dibe belayê serê civak û însanan. Civakê hildiweşîne û bi girêkên kûr re rû bi rû dike.
***
*Biro Rişadet kurdekî ji Makû ye û li wir dijî. Ew wergêrî dike ku heta niha çend pirtûk bi kurdî û farisî wergerandine. Ew di heman demê de mamosteyê ziman e.


