Diyarname
"Xelatên Jiyana Rastîn" ku wekî Xelatên Nobelê yên Alternatîf têne zanîn îsal jî têne belavkirin. Ji Îran, DYA, Belarus û Nîkaraguayê her yekê yek, çar kes hatin diyarkirin.
Ji Îranê parêzvana mafên mirovan parêzer Nasrin Sotoudeh ku hê jî girtî ye; ji Belarusê aktîvîstê alîgirê demokrasiyê Ales Bialiatski û saziya fikrê Viasna ku ew avakarê wê ye; ji DYA'yê Bryan Stevenson û ji Nîkaraguayê aktîvîsta Lottie Cunningham ku li ser hawirê xebatê dike hêjayî xelatê hat dîtin.
Dîrektorê Xelatên Jiyana Rastîn Ole von Uekskull nav eşkere kirin û got: "Xelatgirên îsal di warê têkoşîna ji bo wekhevî, demokrasî, edalet û azadiyê de nêzî hev in."
Yên ku xelat girtine bi mîlyonekî pereyê Kron ê Swêdê tê xelat kirin. Merasima xelatdayîna îsal dê roja 3'yê berfanbarê online li da bikeve.
Xelatên Nobelê
Xelatên Nobelê di çend waran de têne dayîn û ew her sal di meha kewçêrê de têne diyar kirin. Hefteya pêşiya me yek bi yek Xelatên Nobelê dê bêne eşkere kirin.


