Diyarname
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî têde 17 rêveberên HDP'ê piştî 9 rojên binçavkirinê hatin tewqîfkirin.
Roja 25'ê rezberê 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Ew bi sedema "Lêpirsîna Kobanî" hatibûn binçavkirin. Vê sibê 17 ji wan hatin tewqîfikirin. Kesên hatin tewqîfkirin ev in: Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen, Endamê Lijneya Rêveberî ya Navendî (LRN) yê HDP'ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Karên Derve yê HDP'ê Nazmi Gur, mebûsa berê Ayla Akat Aka, Seroka BDP'ê ya berê û mebûsa berê Emine Ayna, endamên LRN ya HDP'ê yên berê Bircan Yorulmaz, , Berfin Ozgu Kose, Dilek Yagli, Can Memiş, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksız, Pervin Oduncu, İsmail Şengun û Cihan Erdal, Jimarkarê Giştî yê HDP'ê Zeki Çelik, Li ser navê HDP'ê endamê RTUK'ê Ali Urkut û mebûsa berê Prof. Dr. Emine Beyza Ustun.
Mebûsên HDP'ê yên berê Sirri Sureyya Onden, Altan Tan û endama LRN'ya HDP'ê ya berê Gulfer Akkaya bi şertê qontrola edlî hatin berdan.
Di vê navberê de dagder bêyî ku parêzeran bigere hundir biryara xwe da û ew tewqîf kirin. Kayûm şandin Qersê Di vê navberê de piştî girtina Bîlgen û siyasetmedarên din Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Qersê. Wezaretê Waliyê Qersê Turker Oksuz wekî kayûm tayîn kir. Duh Hevşaredara Qarsê Şevîn Alaca, 5 endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP'yî û 2 endamên Meclisa Giştî ya Bajêr jî ji peywirê hatibûn dûrxistin. Ew hê jî li emniyetê binçavkirî ne.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bilgen: Ez destûrê nadim dest deynin ser vîna bajêr


