Diyarname
HDP'ê li ser navê hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar peyamek sersaxiyê ji bo rêberê êzîdiyan Bavê Şêx weşand.
Di peyamê de hat gotin ku bi xemgîniyeke mezin ew hîn bûne ku rêberê civaka Êzidiyan, serokê rêzdar yê mirovatiya kevnar, cîgirê her heft milyaketan, şagirt û bîrdariyê aqil, Bavê Şêx, li Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji nav me bar kiriye û çû ser dilovaniya Yezdan.
Di peyamê de hat gotin ku Bavê Şêx di temamê serboriya jiyana xwe de bi xizmet û xebata xwe, bû pişt û dengê civaka Êzidiyan û wisa hat gotin: "Bavê Şêx, di dema fermana 73’yan de, jinên êzidî yên ku ji aliyê hovan ve hatibûn revandin, wekî berpirsyariyeke mezin û serbilindahiyeke pak dîsa qebûl kir û rola xwe ya manewî di nav civaka êzîdiyan de bi serfirazî lîst. Bi vê gava bêhempa wî di mêjûyê êzîdiyatiyê de riyeke nû vekir. Bavê Şêx, di seranserê jiyana xwe de her gav berê xwe da roja pîroz û bi hêviyeke mezin ji bo 72 miletan dia kir. Bi saya kerema wî, civaka êzîdiyan bi cîhanê re têkiliyeke nû ava kir. Qedem guhaztina wî wendahiyeke mezin e hem ji bo êzîdiyan û hem jî ji bo temamî gelên Kurdistanê. Ji ber koça dawî ya Bavê Şêx, em gelek xemgîn in. Bi vê minasebetê, em sersaxiyê li malbata wî, li civaka êzîdiyan û li temamî gelên Kurdistanê dikin. Serê me sax be, cihê wî bihuşta baqî be!"
***
Nûçe/Nivîsên Eleqedar:
- Bavê Şêx, mirovekî humanîst û şexsiyetekî vê sedsalê
-Rebêrê olî yê Civaka Êzîdî Bavê Şêx wefat kir


