DUSSELDORF
Bi pêşengiya Yekîtiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) kampanyaya ‘Bila Nasnameya Kurdî li Almanyayê bi Aweyekî Fermî Bê Naskirin’ da dest pê kirin. Armanc ew e ku di çarçoveya kampanyayê de heta 15’ê rezberê 100 hezar kartên îmzekirî ji Meclisa Federal a Almanyayê re bên şandin.
Di Kongreya 17’emîn a YEK-KOM’ê de biryara kampanyayê hatibû wergirtin û niha ji bo kampanyayê civîna yekem a der barê gavên pratîkî de hat lidarxistin. Di civîna ku li avahiya YEK-KOM’ê ya li Dusseldorfê hat lidarxistin de nûnerên Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Almanyayê (ATÎF), Federasyona Karkerên Penaber ên li Almanyayê (AGÎF), Federasyona Êzîdiyan a Kurdistanê, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Nivîsgeha Aştiyê ya Jinên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya li Almanyayê, Yekîtiya Parêzerên Kurd û Komeleya Mafê Mirovan a Almanya û Tirkiyeyê (TUDAY) amade bûn.
Di civînê de destpêkê belavoka 10 xalî ya kampanyaya ‘Bila Nasnameya Kurdî li Almanyayê bi Awayê Fermî Bê Nasîn’ hat gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de li 10 xalên belavokê bi navê ‘Jin’ û ‘Diyaloga Navbera Olan’ 2 xalên din jî hat zêdekirin. Piştî gotûbêjên şêwazê rêxistinkirina kampanyayê, lijneyeke 11 kesî hat avakirin. Di vê lijneya rêveber a 11 kesî de van kesana cih girt: Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç, nûnerê ATÎF’ê Suleyman Gulcan, nûnerê AGÎF’ê Alî Mîtîl, nûnerê FKE’yê Mervan Sezak, hevseroka FEDA’yê Husnuye Çaldir, li ser navê Ensîtîtuya Kurdî û Yekîtiya Mamostayan Fevzî Ozmen, li ser navê KURD AKAD û YXK’ê Şoreş Yuksel, Parlamenterên NRW’ê Hamîde Akbayir û Alî Atalan, parlamentera berê ya PE’yê Feleknas Ûca, nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Şafî, Hiqûqnas Dundar Kelloglû.
Di civînê de biryar hat girtin ku 5 bajarên Almanyayê bajarên Stutgart, Franfurt, Koln, Hamburg, Hannover û Berlînê wekî navendên xebatên kampanyayê bin û dê li van bajaran girêdayî Lijneya Rêveber a 11 kesî, lijneyên herî kêm ji 3 kesan pêk tên, bên damezrandin.
Ji hefteya bê û pê ve hemû saziyên di hundirê kampanyaya nasandina nasnameya kurdî de cih girtine, vê kampanyayê dikin navenda hemû xebatên xwe. Her wiha heta 1’ê rezberê jî dê li bajarên Frankfurt, Manheim, Stutgart, Nurnberg, Koln, Dortmund, Dusseldorf, Hannorver, Hamburg, Berlîn û Beremen’ê nûnerên saziyan, hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîrên ku helmetê bi rê ve dibin, di vî warî de ji bo agahdarkirina gel dê panelan li dar bixin.
Di çarçoveya kampanyaya navborî de tê armanckirin ku ji 1’ê rezberê heta 15’ê rezberê 100 hezar kartên îmzekirî ku daxwaz li ser in, ji Parlamentoya Federal a Almanyayê re bê rêkirin.
Di encama Kongreya 17’emîn a YEK-KOM’ê de biryara kampanyayê navborî hatibû girtin û hatibû destnîşankirin ku armanca vê kampanyayê ew e gelê kurd li Almanyayê wekî gelê kurd bê naskirin; ji ber ku heta niha hê jî kurdên li Ewropayê penaber, bi ser navê tirk, faris, ereb hatin naskirin.
Ji ANF'ê hatiye girtin


