Diyarname
Ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2014'an pişke hatin kişandin. Di 9 koman de tîm ji bo ber derbasî beşa hevtêkbirina Kûpaya Cîhanê herin dê bi hev re bilîzin.
Pişke li Rio De Janeiro li dar ket. Tirkiye kete Koma D û di vê komê de dê bi Hollanda, Macaristan, Romanya, Estonya û Andorra re bilîze. Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê Guis Hiddink li ser pişkeyê got: "Reqîbên xurt derketin pêşberî me lê ji bo derketina ji komê çi ji destê me bê emê bikin."
Ji 9 koman, di 8'an de 6 tîm, di komek de jî 5 tîm hene. Brezîlya ku di sala 2014'an de ji bo Kûpaya Cîhanê mazûvanî dike bêyî di koman de cih bigire û bilîze rast rast beşdarî maçên Kûpaya Cîhanê dibe. Tîm dê carekê li mala xwe, yek jî li deplasmanê dê du caran derkevin pêşberî hev. Tîmên ku di komê de bibin yekemîn dê mafê beşdariya Kûpaya Cîhanê bi dest bixin. Ji tîmen ku di koman de di rêza duyemîn de bin 8 hebên pûanên zêde girtibin dê bi hev re play-offê bilîzin û ji van 8 tîman dê 4 tîm jî bilêtên Kûpaya Cîhanê bigirin û derbasî wir bibin.
Maçên Kûpaya Cîhanê dê di navbera 12'yê pûşperê û 13'yê tîrmeha 2014'an de bêne lîstin.
Maçên koman ên hevtêkbirinê jî dê di navbera 7'ê rezbera 2012'yan û 15'ê kewçêra 2013'yan de bêne lîstin.
Her wiha maça fînalê ya Kûpaya Cîhanê dê li Stada Maracana ya li Rio De Janeiroyê bê lîstin.
Sekreterê Giştî yê FÎFA'yê Jerome Valcke got ku Macarana 61 sal berê, di sala 1950'î de jî ji bo fînalê mazûvanî kiribû û di 2014'an de jî dê mazûvanî bike.
Di fînala 1950'î de Brezîlya û Uruguay hatibûn pêşberî hev û Brezîlyayê bi 2-1'ê bi ser ketibû.
Û tîmên di nav koman de dê bi hev re bilîzin:
Koma A:
Hirvatistan
Sirbistan
Belçîka
Skoçya
Makedonya
Galler
Grup B:
Îtalya
Danîmarka
Komara Çek
Bilgaristan
Ermenistan
Malta
Koma C:
ALmanya
Swêd
Komara Îrlanda
Avusturya
Gravên Faroe
Kazakistan
Koma D:
Hollanda
Tirkiye
Macaristan
Romanya
Estonya
Andora
Koma E:
Norwec
Slovenya
Swîsre
Albaniya
Başûrê Qibrisê
Îzlanda
Koma F:
Portekiz
Rusya
Îsrail
Îrlandaya Bakur
Azerbaycan
Luksembûrg
Koma G:
Yewnanistan
Slovakya
Bosna Hersek
Lîtvanya
Letonya
Liechtenstein
Koma H:
Îngilistan
Qaradax
Ukrayna
Polonya
Moldova
San Marino
Koma I:
Spanya
Fransa
Belarus
Gurcistan
Fînlandiya


