logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li ser hilbijartina DYA'yê çend not

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rojev hilbijartin e. Li wir hilbijartin çawa dibe, çawa diçe? Vane hin agahî...

  • Dîrok: 02/11/2020
  • Beş: Dinya

Diyarname

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rojev hilbijartin e. Li wir hilbijartin çawa dibe,  çawa diçe? Vane hin agahî...

VANE YEK BI YEK AGAHIYÊN HILBIJARTINÊ

- Li DYA'yê 331 mîlyon kes dijîn. Di hilbijartina 2016'an de nêzî 130 mîlyon deng hatin bikaranîn. Beşdarî sedî 54,9 çêbû. Trumpî sedî 46.1, Hillary Clington sedî 48,2 deng girtin, lê Trumpî ji ber di Lijneya Hilbijaran de zêdetir delege girtin bû Serokdewletê DYA'yê.

- Hilbijartina vê carê 3'yê mehê li dar dikeve. 3'yê mehê yên heta niha deng nedane, yan jî dengên xwe neşandine dê herin cem sindoqan û dengên xwe bidin. Sîstem e ew ku yên dixwazin bi rêya posteyê jî dengên xwe bi nameyeke dişînin. Yên ku şandine şandine, yên neşandina roja dawî divê herin cem sindoqê û deng bidin.

- Ji ber vîrusa koronayê îsal zêdetir hilbijartina bi rêya posteyê dengdan hilbjart.

- Li hemû eyaletan dengan 3'yê mehê dest pê dike û 4'ê mehê saet 05'an (Li gor saeta Tirkiyeyê) bi dawî dibe.

- Di vê hilbijartinê de digel hilbijartina Serokdewlet, dê 435 kursî ji bo Meclisa Nûneran û ji bo Senatoyê jî ji 100 endaman, dê 33 kursî bêne hilbijartin. 

- Li her eyaletê rewşa jimartina dengan cuda ye.

PÊDIVÎ BI 270 DELEGEYÎ HEYE

- Ji bo serok bê hilbjartin pêdivî bi 270 delegeyî heye. Di hilbijartinê de Lijneya Hilbijêr tê hilbijartin. Di lijneyê de 538 delege hene. Serokek ji nîvî zêdetir, yanê 270 delegeyî divê li eyaletan bi dest bixe ku bê hilbijartin. Bi gotineke din berendamê/a serokatiyê ji hemû welat dengên pir bigire lê delegeyên zêde bi dest nexe jî nayê hilbijartin. Di hilbijartina sala 2016'an de li hemû welat Clinton ji Trump zêdetir deng girtibûn lê ji ber ku Trumpî zêdetir delege bi dest xistin, ew hat hilbiartin.

HEJMARA DENGEN EYALETAN

- Rewşa eyaletan ji bo hilbijartina serok muhîm e. Eyaletên herî zêde xwedî delegeyan in bi vî rengî ne: Kalîfornîa 55, Teksas 38, Ne York 29, Florida 29, Pennsylvania 20 û Illinois 20. Hejmara delegeyên van eyaletan muhîm in. Ji bilî van "Swing State" (Eyaletê Guherbar) hene ku di dengdanê de her rengê wan diguhere. Ji ber ew ji berê de nediyar e kîjan alî pê digirin muhîm e. Bandora wan a di hilbijartinê de muhîm e. Hejmara delegeyên hin ji van eyaletan bi vî rengî ye: Arîzona 11, Florîda 29, Georgia 16, Michigan 16, Minnesota 10, Nort Carolina 15, Pennsylvania 20, Wisconsin 10, Iowa  6. Eyaletên din piranî diyar in deng didin Komarparêzan an Demokratan, lê ev "Swing State" rengê xwe diyar nakin û di dawiyê de bandorê dikin. 

DEMOKRAT Û KOMARPARÊZ HER HENE

- Li DYA'Yê du partiyên mezin hene: Partiya Demokrat û Partiya Komarparêz. Partiya Demokratan di nava xwe de lîberalên modern, lîberalên çepgiran jî dihebîne. Partiya Komarparêz hê zêdetir rastgiran, mihafezekaran dihebîne.

- Berendamê Partiya Demokratan Joe Biden û berendamê Partiya Komarparêzan jî serokdewletê niha Donald Trump e.

- Joe Biden di dema Serokdewletiya Barack Obama de karê cîgiriyê girtibû ser milên xwe. Trump ku di sala 2016'an de li hemberî Hillary Clinton bi ser ket niha Serokdewlet û dixwaze carek din bê hilbijartin.

CÎGIRÊN SEROKDEWLETAN

Li DYA'yê hema hema bi qasî Serokedewlet rola cîgiran jî muhîm e loma berendam di dema propagandayê de cîgirên xwe jî eşkere dikin. Joe Biden navê Kamala Harris ji bo cîgirî eşkere kir. Trump jî navê Mike Pence wekî cîgir eşkere kir.

PÊŞNIYARÊN BERENDAMAN

- Di nav pêşniyarên Biden-Trumpî de meseleya pergeala tenduristiyê li pêş e ku ev bi serdema Pandemî re jî eleqedar e. Trump dibêje ewê ACA'yê (Pergala Sîgortaya Ji bo Tenduristiyê ya bi MAliyete Biçûk) bi temamî betal bike û pergaleke nû ava bike. Lê Biden dibêje ewê ACA'yê pêş bixe û bike ku hemû DYA'yî bikaribin jê fêde bigirin.

- Ji bo bacê, Trump dibêje ewê bacê daxe û kompaniyan teşwîq bike ku razemeniyê çêbikin. Biden dibêje ji yên zêde kar dikin dê zêdetir bacê bigire û van bacan ji bo xizmeta raya giştî xerc bike.

- Di vê serdema pandemî de betalî zêde bû, her du berendam jî dibêjin ewê vê betaliyê kêm bikin.

ENCAM KENGÊ EŞKERE DIBE?

- Eyalet nava mehê hejmartina xwe temam dikin. Ger îtîraz nîn be nava mehê eşkere dibe. Lê rewş çi be jî herî dawî 16'ê meha berfanbarê deng ligel encamên wê diçe Washingtonê. Lê anketên piştî dengdanê bi giştî rast dertê û ew encama ne fermî nîşan didin.

DEMA DESTPÊKIRINA KAR

Berendamê/a ku bi ser dikeve roja 20'ê rêbendana 2021'ê sond dixwe û dest bi karê xwe dike. Ew ji bo 5 salan tê hilbijartin û heta 25'ê rêbendana 2025'an li ser kar e.

KURD KÎ DIXWAZIN?
Li DYA'yê Serokdewlet heta cihek dikarin dest bidin guherînê ji ber ku li wir sazî xwedî rol in. Ligel vê yekê jî meyla kurdan diyar bûye: Ew zêdetir dixwazin Joe Biden bê hilbjartin. Li ser vê yekê anketek çênebûye, îstatîstîkên fermî nîn in, lê li gor tiştên di tora civakî de têne nivîsîn, li gor axaftinên tên gotin Biden derdikeve poşê.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Hilbijartina Îsraîlê, kî bi ser dikeve, kî winda dike?

news
  • 27 10 2026

2026: Va ye Mêrê Herî Seksî yê salê, Noah Wyle

news
  • 26 10 2026

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

news
  • 24 10 2026

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

news
  • 23 10 2026

Li New Yorkê fayton hatin qedexekirin

news
  • 19 10 2026

BTS'î Spotify de 10 mîlyar derbas kerd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredariya Amedê li ser termolojiya hevpar a kurdî biryar stand

ad

Pirsa rojê: Di 9 deqîqeyan de lîstikvanek dikare çend golan biavêje?

ad

Festîvala Batman-Heskîfê li dar dikeve

ad

Şampiyonî dawî ji xewê şiyar nebû: 1-5 (Vane golên maçê)

ad

Ev 12 roj ji bo Festîvala Cazê ne

ad

Dersek li ser ‘Kusî jî dikarin difirin’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname