Diyarname
Ev du roj in bi ser twittirê re hema twitan diweşînin û qala hunermend Beytocan dikin. Hin jê bêyî agahiyê piştrast bikin dibêjin "Mir". Li ser vê me xwe gihand agahiya rewşa dawî ya Beytocan û bi kurtahî: Li nexweşxaneyê ye û dermankirina wî didome.
Hunermend Beytocan li dor deh rojan berê li Stockholma Swêdê li nexweşxaneyeke ji qirika xwe emeliyet bûye. Qansêra qirikê hebû û ji wê emeliyet bûye. Ev deh roj in tedawiya bi lazerê didome. Rewşa wî stabîl e, hê doktor tiştek nabêjin lê dermankirina wî didome. Ji ber vîrusa koronayê jî leza şandina malê nakin.
**
Hunermend Beytocan roja 20'ê mehê ji nexweşxaneyê derket û çû mala xwe. Dermankirina wî li mal dê bidome. Niha rewşa wî baş e. (Ev agahî roja 20.11.2020'an li nûçeyê hatiye zêdekirin)


