Ezîz NÊMATÎ
Nameyek ji Ezîz Nêmatî* bo Helîm Yûsiv...
Min firîna te ya bi baskên şikestî dît. Demek bû romana te "Firîna Bi Baskên Şikestî" ji min re hatibû şandin ku bixwînim, lê mixabin çaxê romana te gihîşte ber destên min, gelek ji xelkên me, çend kesên malbata me jî tevî wan bi nexweşiya koronayê ketibûn. Pismam, bira û bavê min çûn ber rehma Xwedê, bi vê re jî tevî ku ji alîyekî ve fikra min mijûlî nexweşbûna wan bû ji aliyekî din ve jî romana te li ser maseya xwendinê, tim bangî min dikir û vedixwendim bo xwendinê. Êdî bêhna min teng bû, bi vê ku hîn deh roj bi ser mirina ezîzên min re neborîbûn, dest bi xwendina romanê kir.
Dê balkêş û seyr be ger bibêjim du şevan bê navber ranezam ta dawî lê anî. Min qet ev yek nizanibû însan ew qas nêzîkî hev in ku bi piranî yek çarenûsa xwe di ramanên kesên dî de dibîne.
Nizanim çi bibêjim?
Her çi ya ku li ser zimanê min mifteyeke jengarî lê ye, te di romana xwe da aniye ziman. Dizanim ku tu vê dizanî ez jî bi salan e windayî me. Windayî di nava henaseyên ku her yek bi derdekî hatiye fetisandin. Winda bûme di nava hêviyên serîrakirî yên wê/wî ku enfal bû yan yên wê/wî ku bi dar ve bû yan ew ên ku lek bi lek bi çavgirtinekê re bi bombeyên kîmyewî heta sînorên jinavbirinê çûn. Ji çi biaxivim ku em di warê qaşo aşitî, biratî û wekheviyê de her tim û biberdewamî rastî kîn û xezeba hin kesan hatine ku di rû de xwediyê van têgehên vala û bêbingeh in.
Nizanim ji çi biaxivim?
Ji gurên reşpûş ên ku berî her tiştî Xweda û pêxember û Qurana wî dagir kirine û piştre ew kirine alav ta ziqitîna diranên xwe yên tûj û tîbûna li xwînxwariya ku tu carî nayê şikandin, bi daqurtina xwîna zarok, jin, mêr û ciwanên neteweyekê aram bikin ku di dilê wan de ji bilî hêviya şabûnê û di serê wan de jî xeynî bexteweriya hemiyan tiştek nîn e?
Helîmê bira!
Te ewqas xweş nivîsiye bi caran ji ber te'lîqê te yê hunermendane ecêbmayî dibim. Bi caran ji ber wan bûyerên nexweş ên di romana te du ku canê her rihliberên bilebt hildiweşîne, lerizîme. Bi caran ji bo mirovên ku hemî lehengên sereke ên romanê ne giriyame. Ji bo Viyanên te ku yeko yeko dibin qurbaniyên ramanên pûç û degmatîzma fikrên Rojhilata Navîn. Ji bo Viyan Amaraya ku bi ramanên xwe yên berz re firiya, ji bo Viyan Rustem ku bi sebr û bêhnfirehî baskên xwe vekir û firiya. Ji bo Arîn Mîrkan ku dersa wêrekiyê raberî tevahiya cîhanê kir. Ji bo Kekê ku tije û mişt bû ji hesta cengaweriyê. Ji bo Salimê Kor ku bi kûrahî li mayîn û jiyînê difikirî. Ji bo Rodî û Perwînê ku kirasên xwe yên zavatî û bûkaniyê ji canê xwe yê pak derxistin û diyarî erd û esmên kirin, belkî hema hinekî be jî Xweda li van hemî zilman pê bihesîne. Ji bo dara gûzê ku dîrokane bûyeran di pel û çiqil û hindama xwe ya birîndar de, ne bi zimanê dîrokê lê bi zimanê helbestê ku mişt e ji derdan, qeyd dike. Ji bo Cîhana ku pirtûkê dixwîne ta ku di demekê de bibe salixbêja tirajidiyên me yên êşbar. Ji bo Burhan û Hadî ku demekê ji gorên xwe serî radikin ta ku ji rabirdûyên tehl ên Kobaniyê fîlman çêbikin. Tevî ku çavên dinyayê wisa kor in ku tu carî rastî û heqiyê nabînin.
Erê hêjayê min, ez giriyam ji bo şehîdên ku çi gava pêwîst bike ji gorên xwe serî radikin ta ku çawaniya şehîdketina xwe bi destê şevşevokên Daişî ji bo siberojê vebêjin. Daişiyên ku bi gotina Viyan Amara heman sazbûyên bi destê van dewletên qirêj in ku di dirêjahiya dîrokê de em kirine qurbaniyê berjewendiyên xwe.
Ji farisî bo kurdî: Sayime Xakpûr

"Firîna Bi Baskên Şikestî" par kurmanciya wê hatibû weşandin û paşê ji bo farisî hatibû wergerandin.
Têbiniya Diyarnameyê: Ezîz Nêmatî* nivîskar û rexnegirekî wêjeyî yê ji rojhilatê Kurdistanê ye. Wî wekî "Nameyek ji Ezîz Nêmatî bo Helîm Yûsiv" sernav lê kiribû, me sernav guhart. Wekî din me dest nedaye nivîsê.


